Fetwayen Kurdi
Ma xwarina goştê heywanên ku Cihû û Fileh serjê dikin, helal e?

Ma xwarina goştê heywanên ku Cihû û Fileh serjê dikin, helal e?

Pirs: Xwarina goştê heywanên ku Cihû û Fileh serjê dikin, gelo helal e?

Bersiv: Heywanên ku bi destê Cihû û Filehan hatine serjêkirin, tên xwarin. Jixwe di goştê masiyan de tu usûl û qayde tune ye. Muslumanên li Medîneyê jî di vê yekê de ketine şek û gumanê û ji Pêxemberê me (s.a.w) ev tişt pirsîne:

Milet ji me re goşt tîne, em nizanin di dema serjêkirinê de ka besmele (navê Xwedê li ser) anîne yan na, divê me çi bikin?”

Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha bersiv dide: “Hûn navê Xwedê li ser bibêjin û bixwin” [1]



[1] Buxarî, Seyd, 21, Buyû‘ 5, Tewhîd 13; Muwetta, Zebaih, 1; Ebû Dawûd, Edahî, 19; Nesaî, Dahaya, 39.