Fetwayen Kurdi
Ma rabûna paşîvê di rojiya nafîle de şert e?

Ma rabûna paşîvê di rojiya nafîle de şert e?

Pirs: Dema mirov –ji bilî meha Remezanê– di rojên Duşem û Pêncşemê de rojî bigre ma şert e ku rabe paşîvê? Hin kes dibêjin lazim e. Bi sedema ku ez mecbûr im derengê şevê rakevim, rabûna paşîvê ji bo min gelekî zor û zehmet e. Ma ez nikarim rojiyê bigrim?

Bersiv: Rabûna paşîvê, ne ji şertên rojiyê ye. Rabûna wê, tê tewsiyekirin, sunnet e û ji aliyê tendurustiyê ve jî gelekî bi fayde ye. Di der barê vê yekê de Pêxemberê me wiha gotiye: “Paşivê bixwin. Lewra di paşîvê de bereket heye.” (Buxarî, Sewm, 20; Muslim, Siyam, 45 (1095)).

Lê belê kesên ranabin paşîvê jî dikarin rojiyê bigrin. Ji bo vê jî divê ku piştî dema îmsakê tu tiştek ne xwaribe û vexwaribe.

Di navbera ka rojî ferz e, qeza ye yan jî nafîle ye de tu cudahî tuneye.