Fetwayen Kurdi
Pîreka ku nikare rojiyê bigre ma caiz e ku li kargehê xwarinê bixwe?

Pîreka ku nikare rojiyê bigre ma caiz e ku li kargehê xwarinê bixwe?

Pirs: Ji ber rewşa jinan ya taybet di rojên ku rojiyê nagrin de ma dikarin li xwaringeha kargehê xwarinê bixwin?

Bersiv: Divê ku pîrek di rojên xwînmehê de rojiyê bigrin. Lewra ev, ne asteng e ji bo girtina rojiyê. Lê belê yên ku dema di xwînmehê de xwe nexweş his bikin, dikarin ji ruxseta ku ji nexweşan re hatiye dayin îstifade bikin. Ango heke rojiyê negrin divê di dewsa wan rojên piştre qeza bikin.

Ji ber vê yekê pîreka ku di rojên xwînmehê de xwe nexweş his dike, dikare li xwaringeha kargehê xwarinê bixwe. Tu mehzûrek di vê de tuneye.

Hûn dikarin agahiyên berfirehtir di der barê mijarê de ji navnîşana jêr bidest bixin:

www.suleymaniyevakfi.org/ramazan-ve-oruc/detli-kadinin-orucu-ve-namazi.html