Fetwayen Kurdi
Ma tevkariya alema Xiristiyanan di aboriya cîhanê de heye?

Ma tevkariya alema Xiristiyanan di aboriya cîhanê de heye?

Pirs: Gelo tevkariya Filehan di aboriya cîhanê de heye? Heke hebe, çawa çêbûye? Ji bo lêkolînê, ma hûn dikarin navê çavkaniyên ku mirov bikaribe di vê mijarê de serî li wan bide, diyar bikin?

Bersiv: Dema mirov bi gelemperî lê binêre, digel alema Filehan tevkariya hemî însanan –çi erînê çi jî neyênî– di asta aboriya heyî ya dunyaya me de, heye. Keşfên erdnîgarî, damezirandina şirketên hevbeş yên xwediyê sermayeyên bilind in, bizavên pîşesazî yên pêşî, digel hin aliyên wan ên bi zirar azîneya Banka, Sîgorta û bazarên pere û sermayeyan yên ku bandoreke wan a girîng li ser rûdan û geşedaniya bazirganiya cîhanê heye û hwd. li Rojavayê ku navenda Filehan e derketine. Di roja me de gelek rê û rêbazên huqûqî yên ku jiyana bazirganiyê li ser wan hatiye avakirin û her wiha rêyên muhasebeyê li alema Xiristiyanan ango li Rojava derketine holê.

Ji bo agahiyên berfirehtir di vê mijarê de hûn dikarin ji çavkaniyên di der barê dîroka Îqtisad/Aboriyê de hatine amadekirin sûd wergirin.

Wekî nimûneyê em dikarin navê van herdu berheman bidin:

1) Arif Ersoy,  “İktisadi Müesseseler Tarihi”

2) Erol Zeytinoğlu “İktisat Tarihi”.