Fetwayen Kurdi
Ma çend jin û zarokên Îmam ‘Elî hebûn? Nesla wî ji kîjan zarokên wî dewam kiriye?

Ma çend jin û zarokên Îmam ‘Elî hebûn? Nesla wî ji kîjan zarokên wî dewam kiriye?

 

Pirs: Gelo çend jinên Îmam ‘Elî (x.j.q) hebûn? Li derdora ku ez lê dijîm tê gotin ku du xanimên wî hebûn. Wekî din, ji bilî Hesen û Huseyin hin zarokên wî yên din jî hebûne. Ma hûn dikarin di vê babetê de agahiyan bidin?

Bersiv: Li gorî ku me ji çavkaniyan tesbît kiriye navê jinên Îmam ‘Elî (x.j.q) û zarokên ku ji wan hatine dunyayê wiha ye:

1. Fatîme (x.j.q): Keça Hezretî Pêxember e. Heta ew li jiyanê bûye, Îmam ‘Elî (x.j.q) bi yeka din re nezewiciye. Ji dayika me Hezretî Fatîme ew zarokên han hatine dunyayê: Hesen, Huseyin, Muhsin ê ku bi zarokatî çûye ber rehma Xwedê, Zeyneb û Ummu Gulsum.

2. Ummu’l-Benîn keça Hizam: Ji vê xanimê zarokên bi navê ‘Ebbas, Ce‘fer, ‘Ebdullah û Osman çêbûne. Nesla ‘Ebbas dewam kiriye.

3. Leyla keça Mes‘ûd: Ji vê xanimê ‘Ubeydullah û Ebû Bekir çêbûne. Nesla wan dewam nekiriye.

4. Xewle keça Ce‘fer: Muhammed b. Henefiyye ji vê xanima wî hatiye dunyayê.

5. Esma keça Umeys: Ji vê xanima wî Yehya û Muhemmed hatine dunyayê. Lê belê nesla wan dewam nekiriye.

6. Ummu Hebîb keça Rebî‘e: Zarokên bi navê ‘Umer û Ruqiyye ji vê xanimê çêbûne.

7. Umame keça Ebu’l-‘As: Muhemmedê el-Ewset ji vê xanimê çêbûye.

8. Ummu Se‘îd keça ‘Urwe: Zarokên bi navê Ummu’l-Hesen û Remle ji vê xanimê hatine dunyayê.

Li gorî agahiyên ku di çavkaniyan de derbas dibin nesla Îmam ‘Elî (x.j.q) bi rêya van zarokên wî; Hesen, Huseyin, Muhemmed b. Henefiyye, ‘Ebbas û ‘Umer dewam kiriye  (Jêder:  Mustafa Öz,  “Ali Evladı”,  DİA,  c:  2,  rp: 392).