Fetwayen Kurdi
Ma tiştê ku di deryayê de tê dîtin helal e?

Ma tiştê ku di deryayê de tê dîtin helal e?

Pirs: Ma tiştên ku di deryayê de tê dîtin heram in? Min di binê deryayê de gustîlek dît, lê belê min xwediyê wê peyda nekir. Hin kesan wiha fetwa dan; tiştê di deryayê de were dîtin helal e. Lê belê dilê min nerihet e. Ma divê ez bidim yekî hewcedar? An divê ez çi bikim?

Bersiv: Ew gustîlik li we ne helal e. Tu esasekî agahiyên di nav gel de belav bûye ku tiştên di deryayê de were dîtin helal in, tuneye. Wekî mal û eşyayên di bejahiyê de tên dîtin, mal û eşyayên ku di deryayê de jî tên dîtin dikevin bin hukmê “luqata” ango mal û tiştê bêxwedî tên dîtin. Di der barê van malan de di berhemên fiqih û îlmihalan de gelek hukum hatine diyarkirin. Lê belê bicihanîna wan hukman di roja me ya îroyîn pir zor û zehmet e. Ji ber vê yekê rêya herî munasib; dema mirov pêrgî tiştekî wiha hat ya mirov wan radestî polîsxaneya herî nêz bike, ya bide jarekî yan jî bide mizgeftekê.

Tiştên ku di deryayê de bi dîtina wan mirov dibe xwediyê wan; masî, midye, îstîridye û hwd. ji ajal, nêçîr û xwarinên deryayê ne.