Fetwayen Kurdi
Ma cejna Remezan û Qurbanê çend roj in?

Ma cejna Remezan û Qurbanê çend roj in?

Pirs: Ma di rastiya xwe de cejna Remezan û Qurbanê çend roj in?

Bersiv: Cejna Remezanê rojek, ya Qurbanê jî çar roj in. Lewra rojîgirtina di van rojan de heram e. Hedîsên di der barê vê yekê de wiha ne:

Ji Ebû ‘Ubeyd; gotiye ku: Ez di roja cejnê de bi ‘Umerê kurê Xettab re (x.j.q) bûm. Beriya xutbeyê li pêşiyê nimêj kir. Piştre (rabû) got ku:

“Bê guman Resûlullah (s.a.w) rojîgirtina van herdu rojan qedexe kirine. Lewra roja cejna Qurbanê, roja ku hûn ji boraqên xwe goşt dixwin. Cejna Remezanê jî roja ku we dawî li rojiya xwe aniye.” (Buxarî,  Sewm 66,  Edahî 16; Muslim,  Siyam 138; Ebû Dawûd,  Siyam,  49; Tirmizî,  Sewm 37; Nesaî,  Îdeyn 1,  10; Îbn Mace,  Siyam 36; Muwetta,  Îdeyn 5; Ehmed b. Hanbel,  1/34,  40)

Ji Ebû Se‘îd el-Xudrî; gotiye ku: “Rasûlullah rojîgirtina du rojan qedexe kiriye: (Ev) roja cejna Remezanê û Qurbanê ne…”(Buxarî,  Sewm 66; Muslim,  Siyam 141; Ebû Dawûd,  Siyam,  49; Tirmizî,  Sewm 58; Îbn Mace,  Siyam 36)

Di îda Remezanê de bi tenê rojîgrtina rojekê ango roja cejnê bi xwe heram e. Lê belê di ya Qurbanê de rojîgirtina çar rojan heram e.

Li gorî ku ji Ebû Murre azadkiriyê Ummu Hanî hatiye ragihandin, ew digel ‘Ebdullahê kurê ‘Amrê kurê ‘As çûne nik bavê Ebdullah ‘Amrê kurê ‘As. ‘Amrê kurê ‘As ji wan re xwarin aniye:

Gotiye bixwin.

‘Ebdullah gotiye ez bi rojî me.

‘Amr gotiye: Bixwe. Resûlullah (s.a.w) emrê me kiriye ku em di van rojan de rojiyê megrin, rojîgirtina di van de qedexe kiriye. Malik rawiyê hedîsê dibêje ku: Ew roj, rojên teşrîqê ne. (Ebû Dawûd, Siyam, 50)

Rojên teşrîqê: Roja yazdeh, diwazdeh û sêzdehê meha Zilhicceyê ne. Ango roja didu, sisê û çaran ji cejna Qurbanê ne.

Ji ‘Uqbeyê kurê ‘Amir; gotiye ku: Resûlullah (s.a.w) wiha gotiye: “Roja ‘Erefeyê, roja cejna Qurbanê û rojên teşrîqê îda me Misilmanan e. Ev rojên xwarin û vxwarinê ne.” (Ebû Dawûd,  Siyam,  50; Tirmizî,  Sewm 58; Nesaî,  Menasik 195; Ehmed b. Hanbel,  4/152)