Fetwayen Kurdi
Ma xeberdana li pişt yekî bêyî diyarkirina nav, dibe xîbet?

Ma xeberdana li pişt yekî bêyî diyarkirina nav, dibe xîbet?

Pirs: Xeberdana li pişt yekî bêyî diyarkirina nav ma dibe xîbet?

Bersiv: Xîbet di vê wateyê de ye; mirov li pişt yekî tiştê ku li xweşa wî naçe bibêje, bi gotineke din, tiştê dema ji mirov re bê gotin li xweşa me neçe, mirov li pişt birayê xwe û di ne huzura wî de bibêje. Kesê behsa wî tê kirin heke bêyî diyarkirina nav were fêhmê, dîsa jî dibe paşgotin.

Xîbet û paşgotinî, heram e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“…Xîbeta hev mekin. Ma kî ji we dixwaze ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? Hûn ji vê nefret dikin.” (Hucûrat, 49/12)

Li gorî ku Ebû Hureyre (x.j.q) ragihandiye, li ser pirsa: “Ey Qasidê Xwedê! Xîbet çi ye?” Pêxember (s.a.w) wiha bersiv daye:

Tu behsa birayê xwe bi tiştê ku li xweşa wî naçe bikî.”

Li ser pirsa “Tiştê ez dibêjim heke tê de hebe?” Qasidê Xwedê wiha bersiv da:

Tiştê tu dibêjî heke tê de hebe te xîbeta wî kiriye. Heke tunebe, te îftira lê kiriye.” (Muslim,  Bir we Sila,  70 (2583); Ebû Dawû,  Edeb 40; Tirmizî,  Bir 23)