Fetwayen Kurdi
Ma Weqfa Suleymaniyeyê Selefî, Wehhabî yan Suleymancî ye?

Ma Weqfa Suleymaniyeyê Selefî, Wehhabî yan Suleymancî ye?

Pirs: Ma Weqfa Suleymaniyeyê xwe çawa terîf dike? Gelo Selefî, Wehhabî yan Suleymancî ye?

Bersiv: Em xwe ne bi awayê “filan kom, bêvan kom”, em xwe bi tenê wekî Xwedê Teala nav li me kiriye bi awayê “MISILMAN” qebûl dikin.

Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Di rêya Xwedê de bi awayê pêdivî cîhadê bikin. Wî, hûn bijartine. Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye. Bidin pey dînê bavê xwe Îbrahîm. Da ku Qasidê Wî ji bo we û hûn jî ji bo hinên din bibin mînak, Wî hem berê û hem jî di vê Qur’anê  navê “Misilman” li we kiriye.  Nexwe bi awayê pêdivî nimêjê bikin, zekatê bidin û xwe bi Xwedê bigrin. Ew dost û arîkarê we ye. Vêca ew çi xweş dost e, çi xweş arîkar e!” (Hecc, 22/78)

Kîjan mezhebî li gorî kitêba Xwedê Teala fetwa dabe, em didin pey wî; lê belê di rewşên em bibînin ku li dijî ayetên Xwedê ne, wê gavê em nêrînên tu mezheban qebûl nakin. Jixwe di xebatên ku em dikin de ev yek bi awayekî zelal diyar dibe. Heke hûn malpera me www.suleymaniyevakfi.org  vekolin, hûn ê vê bibînin.

Bê guman ew ên ku dînê xwe parçe parçe kirine û her yek bûye alîgirê yekî, tu di tu tiştekî de ne ji wan î. Karê wan spareyî Xwedê ye. Paşê Ew ê wan bi ya ku kirin agahdar bike.” (En‘am, 6/159)