Fetwayen Kurdi
Ma xusul kengî li ser meriv ferz dibe?

Ma xusul kengî li ser meriv ferz dibe?

Pirs: Min di cihekî de xwendibû ku bi derketina meniyê ji cihê xwe, meriv bi cenabet dibe. Ango bi derketina ji bedena însên, meriv bi cenabet dikeve û ne lazim e ji pêşiya meriv biherike û derkeve. Ma di vir de esas ne ew e ku ka ji pêşiya meriv derdikeve yan na?

Bersiv: Mijara ku hûn behsa wê dikin, di pirtûkên fiqhê de nîqaş li serê hatine kirin û nerînên jihev cuda derketine holê. Dema meriv îhtilam dibe ango dema vala dibe, hêj berî ku menî ji însên derkeve derve di bedena meriv de hin cudahîtî çêdibin, şehwet pêk tê. Di wê gavê de ger aletê mêr bê guvaştin menî jê dernakeve, lê piştî derbasbûna şehwetê derdikeve. Piştî wê meriv bi rihetiyekê dihese, lewra êdî menî ji însên derketiye. Ji vê bonê bo cenabetê, ne şert e ku menî bi şehwet derkeve. Dema ew rewş pêk were, xusul li ser meriv ferz dibe.