Fetwayen Kurdi
Ma durist e ku pîrek biçin hemama jinan?

Ma durist e ku pîrek biçin hemama jinan?

Pirs: Ma durist e ku pîrek, biçin hemama pîrekan?

Bersiv: Pîrekên ku diçin hemamê bi sedem îhtimala ku pêkan e ewretê hev bibînin, divê ku pir bi hizir bin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û fercên xwe biparêzin…”[1]

“Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û fercên xwe biparêzin…”[2]

Ferc, ji bo derdora pêş û paşê zilam û jinan e re tê gotin ku ew jî ji çokê heta navikê ji bedena însên e. Pîrekek, çi bi dilbijînî çi jî bê dilbijînî be, nikare ji çokê heta navikê li bedena pîrekeke din binihêre. Pîrek, ji mêrê xwe pê ve nikare wî cihî nîşanî kesekî/keseka din bide. Ji vê bonê pîrek li ku dibe bila bibe, divê ku ji çokê heta navika xwe, binixumîne. Ev li ser wê ferz e.

Di çûna hemamê de bo pîrekan, bi şertê ku ji çokê heta navika xwe nîşanî tu pîrekên din nedin û pîrekên din jî wî cihî nebînin, tu mehzûrek tune ye.



[1] Nûr, 24/30.

[2] Nûr, 24/31.