Fetwayen Kurdi
Tekfîra ehlê qibleyê tê çi wateyê?

Tekfîra ehlê qibleyê tê çi wateyê?

Pirs: Tekfîr/kafirdêrana ehlê qibleyê tê çi wateyê?

Bersiv: Ehlê qible, tebîreke ku ji bo hemî Muslumanên ku ji peyrewên mezhebên itiqadî ne û bingehên baweriyê bi awayên cuda şîrove dikin, tê bikar anîn.

“Terkîba ehlê qible (ehlu’l-qible) ya ku bi wateya yên berê xwe didin Ke‘beyê û limêj dikin”, têgeheke ku ji Muslumanên tê qebûlkirin ku neketine kufrê û bawer dikin ku limêj ferz e –di limêjê de berê xwe didin Ke‘beyê– û vê dikin re tê gotin. Di destpêkê de ji dêla vê zêdetir, tebîra ehlê selatê dihat bikaranîn. Tekfîra ehlê qibleyê jî tê wateya meriv yekî wiha kafir bijimêre. Mafê tu Misilmanî tune ye ku ji ehlê qibleyê birayekî xwe tekfir bike.[1]



[1] Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê ehlê qible de ji kerema xwe re bnh. Metin Yurdagür, “Ehl-i Kıble”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), X, 515-516.