Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Jinek, sê law û sê keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê parvekirin?

Mêr mir. Jinek, sê law û sê keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê parvekirin?

Pirs: Apê min wefat kir. Ji jina wî ya yekem 6 zarok hene; sê kur, sê keç. Jina wî ya yekem mir. Jina wî ya duyem dijî û zaroka/ê wê tuneye. Em ê mîrata apê xwe çawa par ve bikin?

Bersiv: Jinapa we dê ji heşta yekê bigre. Tiştê mayî jî dê di navbera zarokan de –ji zarokên kur du, ji keçan re parek– were parvekirin. Li gorî vê, dê temamê mîratê 72 du hisse/par bê hesabkirin û wiha were belavkirin:

Jina mirî ango jinapa we dê ji terîkeya ku 72 hisse/par e, ji heşta yek ango 9 hisse bigre. 63 hisseyên mayî her lawek dê 14, her keç jî dê 7 hisseyan bigre. 9+14+14+14+7+7+7=72