Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Mîrata wî dê di navbera jin, du keç û zarokên kurê wî yê ku miriye de çawa bê parvekirin?

Mêr mir. Mîrata wî dê di navbera jin, du keç û zarokên kurê wî yê ku miriye de çawa bê parvekirin?

Pirs: Mêr mir. Li pişt xwe jin, du keç û ji lawê wî yê ku berê miriye keç û kurek hiştiye. Di vê rewşê de mîrata mêr dê di navbera wan de çawa were dabeşkirin?

Bersiv: Beriya her tiştî jina mirî dê ji heşta yekê bigre. Tiştê mayî jî dê di navbera wêrisên din de bê dabeşkirin. Li gorî vê:

A. Temamê terîkeyê/mîratê dê bi bal 96 hisseyan/paran bê dabeşkirin. Jina mirî, dê ji heşta yek ango 12 hisseyên bigre.

B. Ji 84 hisseyên mayî ji her keçekê re 21 hisse/par dikeve. 42 hisse jî dê navbera zarokên kurê çûye ber rehma Xwedê de –bi awayê ku ji kur re du par, ji keçê re parek– ( ango ji kur re 28, ji keçê re 14 par) bê belavkirin.

Lewra Xwedê Teala di ayeta di der barê mîratê de wiha ferman dike: “Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye. (Nîsa, 4/11) Neviyên ku bav an jî dayikên wan berê mirine jî dikevin bin hukmê “zarokan” ya ku di ayetê de dibore.