Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Jinek û çar keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê belavkirin?

Mêr mir. Jinek û çar keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê belavkirin?

Pirs: Yek mir û li pey xwe jinek û çar keç hiştin. Birayên mirî jî li heyatê ne. Ma ji apan (ango birayên mirî) re jî par heye? Hemî keç bi mêr in. Dabeşkirina mîratê dê çawa bê kirin?

Bersiv: Jina mirî ji heşta yekê mîratê digre. Hemî mîrata mayî jî (ji tiştê mayî ji sisêya didu wekî para ferz, ji sisêya yek jî bi rêya eqrebatiyê) ji zaokên wî yên keç re dikeve. Bi sedema ku hemî keç in, dê mîratê bi wekhevî di di navbera xwe de par ve bikin.

Heke temamê mîratê 32 hisse/par were qebûlkirin, ji heşta yek ango 4 hisse para jinê ye. Ji 28 hisseyên mayî jî ji her keçekê re 7 hisse/par dikeve. 4+7+7+7+7=32

Dema zarokên mirî hebe/in, ji xwiş û birayên wî re ji mîratê par tuneye. Lewra di ayeta 176an ji sûreyê Nîsa ji bo wêrisya xwişk û birayan şert hatiye dêran ku weledê mirî (ango zarokên kur û keç) tunebin. Ayeta têkildar wiha ye:

Ji te çareseriyê dipirsin. Bibêje: Xwedê di bara kelalê de (mîrateya kesê ku zarok û bavê wî tuneye de) çareseriyê beyan dike. Eger yekî bêzarok bimre û xwişkeke wî hebe; nîvê mîrateyê ji wê re ye. Eger xwişk bimre û ji wê tu zarok tune bin, birayê wê jî dibe xwediyê temamê mîrateya wê. Eger ji bira du xwişk bimînin, ji mîrateyê ji sisêyan didu ya wan e. Mîratxwerên xwişk û bira; eger hem mêr hem jî jin bin, para mêr bi qasî du parên jinê ye. Ji bo hûn şaş nebin Xwedê ji we re aşkera dike. Xwedê bi her tiştî dizane.” (Nîsa, 4/176)

Zewac, azibî an jî mezinî û biçûkiya zarokên keç tu bandorê li ser wêrisiya wan nake.