Fetwayen Kurdi
Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike?

Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike?

Pirs: Ma mirov bi tenê di halê tirsê û rewşên xeternak de dikare li piyan an jî siwar nimêj bike?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn bitirsin, peya yan jî siwar nimêj bikin. Dema hûn ji tirsê ewle bûn, her wekî ku Xwedê ya we nidizanibû bi we daye zanîn, wisa Xwedê di bîr bînin.” (Beqere, 2/239)

Di vê ayetê de danasîna tirsê nehatiye kirin. Tirs, li gorî kesan cihêwaziyê nişan dide. Tirsa ji neyar an jî tirsa ji ajalekî, tirsa ku nimêj dê li mirov biçe, tirsa derbasbûna wexta nimêjê û hwd… Ev, cureyên tirsê ne ku mirov di wan rewşan de dikare nimêjên xwe yên ferz siwar an jî peya bike. Di halê ku tirs tunebe de nimêjên ferz bi awayê siwar an jî di halê meşê de nayê kirin.

Di rewşên ku nimêj, siwar an jî peya tên kirin de bi awayekî xwezayî qible, rukû’, secde, rûnişt û hwd. ji şertên ku hebûna wan di nimêjê de lazim in, ji holê radibin. Di rewşeke wiha de mirov tekbîra îftitahê ango destpêka nimêjê tîne, piştî xwendina sûreyê Fatîhe û sûreyê li pey tê xwendin rukû bi çemandina serê xwe, secde jî hinekî din biçemine bike. Edakirina nimêja xwe dê bi vî awayî bike.