Fetwayen Kurdi
Piştî ku xwînmeha pîrekê biqede, ma dikare bi zilamê re rakeve yan divê berê xusla xwe rake?

Piştî ku xwînmeha pîrekê biqede, ma dikare bi zilamê re rakeve yan divê berê xusla xwe rake?

Pirs: Pîreka ji cila derket berî ku xusla xwe rake ma dikare bi mêrê xwe re têkeve munasebeta cinsî? Ma durist e ku piştî munasebetê serê xwe bişû? An jî divê di serî de xusla xwe rake?

Bersiv: Di ayeta 222’an de ji sûreyê Beqere Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji te, pirsa heyzê pîrekan dikin. Bibêje: Ew ezyet e. Di rojên heyzê de xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan mebin. Dema tam jê paqij bûn, êdî ji cihê ku Xwedê li we ferman kirî herin cem wan. Bêguman Xwedê ji tobekaran hez dike û ji yên pak û paqij jî hez dike.

Li gorî ayeta jorîn, ji bo rabûna vê qedexeyê û helalbûna têkiliya cinsî lazim e ku du şert pêk werin:

1. Divê edetê pîrekê xelas bibe.

2. Divê pak û paqij bûbe. Ango divê serê xwe şûştibe.

Di serî de mezhebê Şafiî, Henbelî û piraniya aliman tifaq kirine ku: Pîreka edetê wê xelas bûbe, lê belê hîn xwe neşûştibe, heram e ku meriv pê re têkeve munasebeta cinsî. Bi tenê di mezhebê Henefî de eger ku xwîna edetê di dawiya wextê de bisekine, bê ku xwe bişû û bi qasî wextê nimêjekê derbas bûbe, munasebeta cinsî di vê rewşê de caiz dibînin.[1]

Li gorî Henefiyan, wexta heyzê ya herî zêde deh roj e, piştî ku ew dem derbas bibe, bê ku bedena xwe bişû jî munasebeta cinsî helal dibe. Lê belê eger ku xwîna wê ne di dawiya wê demê de bisekine, wê gavê bi seknê re yekser munasebeta cinsî helal nabe. Di vê rewşê de da ku têkiliya cinsî helal bibe, pêwîst e ku pîrek ya serê xwe bişû yan jî bi qasî dema nimêjekê di ser xwînsekinandina wê re derbas bibe yan jî bi uzrekî teyemum girtibe û bi wê teyemumê jî limêjeke sunet kiribe.[2]

Di gihaştina vê nerînê de delîla Îmam Ebû Henîfe ev e:

Gotina Xwedê Teala ya ku dibêje: “heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan nebin” ev qedexebûna han, bi paqijbûna ji xwînê bi dawî dibe. Bi xelasbûna edetê jinan, yanî bi dawîlêhatina wextê heyzê êdî qedexebûna cinsî jî ji holê radibe.

Razî di tefsîra xwe de wiha cî dide bersiva el-Qadî (muhtemel e ku Qadî Ebdulcebbarê Mu’tezîlî be) ya li hemberî Ebû Henîfe:

“Eger Xwedê Teala sirf bigota “heta paqij bibin” wê gavê gotina we teqez dê rast bûna. Lê belê piştî ku “heta ku baş paqij bibin” li ser hate zêdekirin, ew herdu îfade bi hev re dibin meqsed û sedem ji bo rabûna wê qedexeyê.”[3]

Di encamê de dema em li delîlên herdu aliyan dinihêrin, tê dîtin ku ya rastî nerîna cumhurê ulemayan e. Ango piştî qutbûna xwîna heyzê, bê serşûştin nêzîkatiya bi bal jinan ve heram e.

Hûn dikarin bersiveke me ya bi vê mijarê re eleqedar ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/adet-bittigi-zaman-cinsel-iliski-icin-gusul-abdesti-almak-sart-midir.html



[1] Yunus Vehbi Yavuz, “Hayız”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XVII, 53.

[2] Mehmet Şener, “Heyz”, İslam’da İnanç İbadet Ve Günlük Yaşayış Ansiklopedisi, Redaktor û Şêwirmendî: İbrahim Kâfi Dönmez, Stenbol 1997, II, 218.

[3] Fexreddîn er-Razî, et-Tefsîru’l-Kebîr, VI, 419, Tefsîra ayeta 222. ji sureyê Beqere.