Fetwayen Kurdi
Berî çûna hecê, ma lazim e ku mirov ji merivên xwe helaliyan bixwaze?

Berî çûna hecê, ma lazim e ku mirov ji merivên xwe helaliyan bixwaze?

Pirs: Dema meriv dê biçe hecê ma divê ku meriv vê bi hevnasên xwe re parve bike, li hev helal bike û helaliyan ji wan bixwaze? Eger meriv bi wan re parve neke gelo tu berpirsyariya wê heye? Piştî hatina ji hecê, meriv dayina diyariyan (mîna ava zemzemê, xurme, şalik, tizbî û hwd.) serdana heciyan û pîrozkirina wan bike adet, ma tiştekî rast e?

Bersiv: Îbadeta hecê di dînê me de ji îbadetên herî mezin û yên xwedî fezîlet e. Çend hedîsên di derbarê vê mijarê de wiha ne:

Ebû Hureyre (x.j.q) wiha vedibêje: Qasidê Xwedê wiha gotiye:

“’Umreyek, dibe kefaretê kirinên heta ‘umreyeke din. Perûya heca mebrûr jî ji bihuştê pê ve ne tiştekî din e.”[1]

Ebû Hureyre (x.j.q) wiha got: Ji Pêxember (s.a.w) hate pirsîn:

– ‘Emelê herî bilind kîjan e?

– Wî wiha bersiv da: “Baweriya bi Xwedê û bi Qasidê Wî ye.”

– Hate pirsîn: Piştre kîjan e?

– Got ku: “Cîhada di rêya Xwedê de ye.”

– Piştre kîjan e?

– Ferman kir ku: “Heca meqbûl e.”[2]

Dîsa Ebû Hureyre got ku, min bihîst Qasidê Xwedê wiha digot:

Kesê hec kiribe û gotinê nexweş negotibe û gunehên mezin nekiribe, her wekî roja ku ji dayika xwe bûye bêguneh vedigere (mala xwe).”[3]

Di nav gunehên ku tên bexşandin de heq û huqûqê mirovan tune ye. Ji ber vê yekê divê meriv bi cîran, eqreba û hevalên xwe re yên ku mumkin e heqê wan ketine aliyê meriv li hev helal bike û helaliyan ji wan bixwaze, da ku bi destûra Xwedê Teala temamê gunehên meriv bên bexşandin.

Anîna diyariyan ji hecê û pîrozkirina kesên jê tên, herçiqas ne fermaneke olî be jî dîsa jî di kirina wê de tu mehzûrek tune ye û ji ber rewşa hecê ya taybet ev tiştê han di îbadetên din de nayê dîtin.



[1] Buxarî, ‘Umre 1; Muslim, Hec 437, (1349); Tirmizî, Hec 90; Nesaî, Menasik 3, 5; Îbn Mace, Menasik 3; Muwetta, Hec, 65.

[2] Buxarî, Îman, 18, Hec, 4, 34, 102, ‘Umre, 1, Seyd, 26, Cîhad, 1, Tewhîd, 47; Muslim, Îman, 135, Hec, 204, 437.

[3] Buxarî, Hec, 4, Muhser, 9, 10; Muslim, Hec, 438.