Fetwayen Kurdi

Meseleya Se‘lebe gelo rast e, an jî çîrok e?

Pirs: Hedîsa bi navê hedîsa Se‘lebe, gelo sehîh e? Gava tê ba Pêxemberê me û dibêje “ji min re dua bike bila mal û mulkê min çêbibin.” Pêxemberê me jî jê re dua dike û piştî ku dua qebûl dibe, Se‘lebe gelekî dewlemend dibe. Piştre dema Pêxemberê me memûrên zekatê dişîne balê, Se‘lebe xwe nade ber dayina zekatê. Lê belê dûvre poşman dibe û digel ku dixwaze zekatê bide jî êdî Pêxemberê me jê qebûl nake. Piştî wefata Pêxemberê me, Se‘lebe zekata xwe dibe ku bide Hezretî Ebû Bekir, wî jî qebûl nekiriye, piştî wefata wî, biriye ba Hezretî Umer wî jî qebûl nekiriye. Piştî ku şaşiya xwe nas kiriye û poşman bûye, ma birastî jî pê re wiha tev geriyane? An jî ev gotin, ji hîkaye û çîrokan pêk tê?

Bersiv: Di gotara bi sernavê “Sa’lebe Kıssasıyla İlgili Rivayet Üzerine Sened ve Metin Esaslı Tahliller” ya Dr. Kadir Paksoy ya ku di kovara Yeni Ümit de hatiye weşandin, bi vê mijarê re eleqedar bi kurtasî ev zanyariyên han cih digirin:

“Li gorî îfadeyên zanyarên hedîsê, hedîsa Se‘lebe ji aliyê senedê ve riwayeteke gelekî zeîf, bi ‘illet û munker e.

Îbn Hezm dibêje ku hedîsa Se‘lebe ya ku bi rêya Mu‘an kurê Rifa‘e, ‘Elî kurê Yezîd û Qasim hatiye ragihandin riwayeteke batil e û tu esil jê re tune ye. Her wiha dibêje ku ji aliyê sebebê nuzûlê ve jî ayetên 75-77’an ji sûreyê Tewbe bi gelemperî di bara kesên munafiq de ye, ji ber vê yekê tu têkilatiya wan ayetan bi Se‘lebe re tune ye.

Îbnu’l-Esîr, diyar kiriye ku qiseya Se‘lebe ne sehîh e yan jî bi şubhe ye ku di heqê Se‘lebeyê beşdarî cenga Bedrê bûye.

Zehebî, dibêje ku hedîsa Se‘lebe munker e.

Îraqî û Heysemî bal kişandine ser hedîsa Se‘lebe ya ku Teberanî neqil kiriye û gotine ku ev hedîs, bi sedem rawiyê hedîsê ‘Elî kurê Yezîd ê metrûk, zeîf e.

Ebdulfettah Ebû Xudde dibêje, digel ku riwayeta hedîsa Se‘lebe bi îllet û munker e, lê belê bê ku îşaret bi bal ve bê kirin bi taybetî jî ji aliyê alimên tefsîrê ve hatiye neqilkirin.

Hedîsa Se‘lebe, li gorî van nirxandin û rexneyên aliman gelek zêde zeîf, bi îllet, munker, heta bê esl û derew e. Taybetiyên di naveroka riwayeteke wiha de diborin, teqez nabe delîl. Heta ne rewa ye ku riwayetên wiha bên neqilkirin jî.

Di riwayetê de dibore ku digel Se‘lebe poşman dibe û zekata xwe tîne, lê ji aliyê Qasidê Xwedê ve û ji aliyê xelîfeyên wî ve nayê qebûlkirin. Redkirina kesê ku zekata xwe aniye, di serî de li dijî pratika Qasidê Xwedê ye û piştre jî li dijî ya Xelîfeyên Reşîd e. Bi taybetî jî gava li tevger û stratejiya Qasidê Xwedê ya li hemberî munafiqan bê nihêrtin, dê bê dîtin ku munafiqiya wan nedaye rûyê wan û heta ji munafiqên navdar yekî mîna Îbn Selûl bi sebir îdare kiriye.

Wekî din jî li gorî pratîka Qasidê Xwedê û xelîfeyên pêşîn, ji yên xwedî derfet zekat tê stendin, eger hewcedarî hebe mijara zordariyê jî dikeve rojevê. Di ser de jî di halê ku biryara xelîfeyê yekem Hezretî Ebû Bekir ya li hemberî kesên zekat nedidan û îlana cengê li dijî wan bûyereke diyar e, jixwe ne pêkan e ku zekata kesên ji riza dilên tînin bê redkirin.

Bi vê îtibarê reda Se‘lebe, ne bi pratîka Qasidê Xwedê yê ku hukmên Îslamê bi cih tîne, ne jî bi pratika xelîfeyên wî yên ku peyrewên suneta wî ne, li hev dike. Temamê van daneyan didin nîşandan ku hedîsa Se‘lebe ji aliyê metnê/naverokê ve gelek nakokiyan di xwe de dicivîne.”[1]



[1] Kadir Paksoy, Sa’lebe Kıssasıyla İlgili Rivayet Üzerine Sened ve Metin Esaslı Tahliller“, Yeni Ümit Dergisi, jimar: 70, 2005.