Fetwayen Kurdi
Ma sedeqe temen dirêj dike?

Ma sedeqe temen dirêj dike?

Pirs: Hûn dikarin hedîsa sedeqe ‘emir dirêj dike, rave bikin?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz di qiseta Hezretî Nûh û gelê wî de wiha ferman dike:

Me Nûh ji gelê wî re şand; da ku beriya ezabekî cansoj bi ser wan de bê gelê xwe hişyar bike û wan bitirsîne. Nûh got: Gelî miletê min! Birastî ez ji bo we hişyarkerekî aşkere me. Ku hûn îbadeta Xwedê bikin, hay ji ferman û qedexeyên Wî hebin û bi gotina min bikin. Xwedê jî dê li gunehên we bibore û heta demeke navlêkirî dê jiyana we dirêj bike. Eger we bizaniya birastî jî gava ew dema navlêkirî hat ew nayê bipaşdexistin.[1]

Mebest ji “dema navlêkirî”, ecelê însan ê ku ji aliyê Xwedê ve hatiye teqdîrkirin. Di ayetê de Hezretî Nûh, di mijara vegera bi bal Xwedê ve berî ku ezab bê, gelê xwe hişyar dike. Nexwe eger berê xwe nedin Xwedê, dê ezab bi ser wan de were û berî bigihên ecelê ku ji wan re hatiye diyarkirin, ji aliyê Xwedê ve dê dawî li jiyana wan were anîn. Ji vê û gelek ayetên din tê fêhmê ku eger fermanên Xwedê neyên pêkanîn, Xwedê ecelê ku daye însên kin dike. Lê eger însan emr û fermanên Xwedê bi cih bîne, Wî razî bike dê heta “dema navlêkirî” ya ku bo wî hatiye nivîsandin, bijî.

Pêxemberê me (s.a.w) di hedîseke xwe de wiha dibêje: “sedeqe, belayan paş de dixe.” Bi rêya dayina sedeqeyan kesê karên ku Xwedê jê razî ye bike, ji qedexeyên Wî xwe dûr bigire, dê ji ezabê Wî jî rizgar bibe, emîn bibe. Ango heta “dema navlêkirî” ya ku bo wî hatiye diyarkirin, dê bijî. Hedîsa ku we behsa wê kir jî divê wiha bê nirxandin. “Sedeqe ‘emir dirêj dike.” Ango li berevajî kirinên ku dibin sedemê kinbûna ‘emir, derfetê dide ku heta dawiya temenê ku jê re hatiye tayinkirin, bijî.

Bo ahagiyên berfirehtir di mijara kinbûna temen bi kirinên şaş, em tewsiye dikin ku hûn beşa “Ecelin Kısalması” (Kinbûna Ecel) ji pirtûka me “Kur’an Işığında Doğru Bildiğimiz Yanlışlar” ya ku di malpera me de ye bixwînin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/ecelin-kisalmasi.html



[1] Nûh, 71/1-4.