Fetwayen Kurdi
Rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê betal dike?

Rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê betal dike?

Pirs: Ma rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê dişkîne?

Bersiv: Rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê naşkîne. Derziyên hestkujiyê yên ku li çeneyên tên xistin jî rojiyê betal nakin. Lê belê nexweşên bi vî rengî, pêkan e ku di dema tedawiyê de yan jî piştre hinek av daqurtînin. Di vê rewşê de diyar e ku rojiya wan dişkê. Ji bilî vê rojî xera nabe. Heke piştî tedawiyê dê dermanên êşbirê yan jî antîbiyotîk werin bikaranîn, mirov dikare dermanên ku bi rêya dev rojê carekê tên xebitandin an jî parenteral preparatlar (derziyên ku li demar an jî masûlkeyan dikevin) tercih bike.

Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitêb û Hîkmetê, Temmuz-Eylül Tîrmeh-Îlon 2015, Jimar: 10, rp: 22.