Fetwayen Kurdi
Tedawiya lavman rojiyê betal dike?

Tedawiya lavman rojiyê betal dike?

Pirs: Ma tedawiya lavman rojiyê betal dike?

Bersiv: Ji maddeyên ku bi mebesta avêtina der ji tiştên di hundirê roviya stûr de ne re lavman tê gotin. Ev maddeyên ku bi gelemperî şilavî ne, bi awayekî taybet ji paş ve tên bicihkirin. Ev maddeyên han bi tu awayî nakevin nav xwînê. Jixwe bi tiştên ku di hundirê roviyê de ne derdikeve der. Ji ber vê yekê taybetmendiya wê ya têrkirinê tuneye û ji lewre rojiyê naşkîne.

Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitêb û Hîkmetê, Temmuz-Eylül Tîrmeh-Îlon 2015, Jimar: 10, rp: 21.