Fetwayen Kurdi
Teqawidiya ferdî çi ye?

Teqawidiya ferdî çi ye?

Pirs: Teqawidiya ferdî çi ye? Muamela “Teqawidiya ferdî” ya heye gelo caiz e? Pratîka ku li bankên beşdar tê kirin, gelo heman tişt e?

Bersiv: Teqawidiya ferdî, teknîka rêvebirina foneke ku naverok û xulasa wê ji aliyê dînî ve tu pirsgirêkê di hundirê xwe de nagire. Ev li ser esasê ku fon bi dayinên beşdaran bên komkirin demekê were nirxandin di dawiya demê de digel kara wî malî li xwediyê wê were vegerandin, hatiye avakirin. Karger jî li hember karê rêvebirina xwe komisyonê distîne.

Di pratîka heyî de ji ber ku fonên tên berhevkirin di qadên bi faîz de tên bikaranîn, ne caiz e. Bankên beşdar jî ji ber ku ew jî beşeke girîng ji fonan di sertfikayên kirayên bi faîz de dinirxînin, ya ku ew dikin jî ne caiz e.

Ji bo temaşekirina bersivê bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re li serî lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bireysel-emeklilik-sisteminden-faydalanmak-caiz-midir.html