Fetwayen Kurdi
Gelo caiz e ku meriv xeyrî menqûlên xwe bi kirê bide bankayan?

Gelo caiz e ku meriv xeyrî menqûlên xwe bi kirê bide bankayan?

Pirs: Em dixwazin dikana xwe bi kirê bidin. Bankeke ku karên bi faîz dike dixwaze wê kirê bike. Gelo caiz e ku meriv wê bi kirê bide bankê û ma pereyên ku ji wir tên helal in?

Bersiv: Ne caiz e ku meriv xeyrîmenqûlê xwe bi kirê bide kes an jî saziyên ku rasterast bi faîzê yan jî bi tiştên din ên xeyrî meşrû re mijûl in.

Xwedê Teala wiha fermna dike:

Kî di karekî baş de navcîtiyekê bike, ji wê pareke wî jî heye. Kî di karekî nebaş de navcîtiyekê bike, ji wî re jî parek heye. Xwedê li ser her tiştî desthilatdar e.[1]

 “Di qencî û teqwayê de arîkariya hev bikin, li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin.”[2]

Riwayeteke ku Ebû Zubeyr bi rêya Cabir ji Pêxember (s.a.w) radigihîne wiha ye:

“Qasidê Xwedê (s.a.w), li yên riba/faîzê dixwin, ên didin xwarin, ên ku (peymana wê) dinivîsin û yên ku dibin şahid lanet aniye û gotiye ‘Ew (di vê de) wekhev in’”[3]

Faîz ji gunehên herî mezin e. Xwedê Teala ferman kiriye ku em xwe ji gunehên mezin dûr bigirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.”[4]

 “Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her ên Xwedê ne. Ev, da ku (Xwedê) yên nebaşî kirine wan celat bike û yên ku başî jî kirine bi ya herî rind xelat bike. Ew ên ku xwe ji gunehên mezin û (cureyên) fehşîtiyan dûr digirin; gunehên din ne tê de. Birastî lêborîna Xwedayê te berfireh e.”[5]

Kesê ku xeyrîmenqûlê xwe bi kirê bide saziyeke ku karê wê yê sereke faîz e, ev tê mena ku wî kesî xwe ji gunehên mezin dûr negirtiye.

Bersiva me ya bi awayê vîdeoyê jî hûn dikarin ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-kimse-dukkanini-bankaya-veya-tekel-bayiine-kiraya-verebilir-mi.html



[1] Nîsa, 4/85.

[2] Maîde, 5/2.

[3] Muslim, Musaqat, 19 (106/1598).

[4] Nîsa, 4/31.

[5] Necm, 53/31-32.