Fetwayen Kurdi
Gelo kara ku ji kiriya xeyrî menqûlan û faîzê tê bidestxistin heman tişt in?

Gelo kara ku ji kiriya xeyrî menqûlan û faîzê tê bidestxistin heman tişt in?

Pirs: Hin kes dibêjin “Faîz û kirêkirin heman tişt in, ango faîz=kirê ye.” Vî tiştî jî wiha rave dikin: “Tu pereyê xwe di bankê de radizênî û li hember vê, bê ked û xebatekê tu qezencê bi dest dixî û navê vî karî faîz e… Bi heman pereyî tu dibî xwediyê mal û mulk, bi kirê didî, ji vê jî bê ked û xebatekê tu qezencê bi dest dixî. Ji ber vê yêkê ev jî dibe faîz…” Gelo rewşeke wiha heye? Ma rast e ku faîz û kirê heman tişt in?

Bersiv: Faîz, kara ku ji deyn tê bidestxistin. Deyndar, tiştê ku bi deyn girtiye xerc dike, deyndar di roja dayina deynd de deynê xwe digel faîza wê dide. Ji vê bonê faîz, di malên ku tên xerckirin de heye.

Kirê jî ku meriv ji menfeata malekî îstifade bike û tiştekî li hember vê yekê bidê. Kirêker malê ku kirê kiriye xerce nake; piştî ku bi kar anî paşde vedigerîne. Ji vê bonê ye ku malên tên xerckirin bi kirê nayên dayin.

Helwesta ku meriv kirêkirinê bişibîne faîzê, ji tevlihevkirina aqlê gel -da ku hewld bide ku faîzê helal bidêre- pê ve ne tiştekî din e.

Kesên ku dixwazin di mijarên wiha de agahiyên berfirehtir bi dest bixin, dikarin pirtûka “Ticaret ve Faiz” ya ku ji weşanên “Süleymaniye Vakfı Yayınları” derketiye bixwînin.