Fetwayen Kurdi
Di navbera kara ku ji xeyrî menqûlan tê bidestxistin û ya faîzê çi ferq heye?

Di navbera kara ku ji xeyrî menqûlan tê bidestxistin û ya faîzê çi ferq heye?

Pirs: Gelo meriv mala xwe yan jî xeyrî menqûlekî bi kirê bide, caiz e? Li ser meselê meriv bo salekê xanî kirê dike. Piştî ku salek derbas dibe meriv digel kiriya salekê xanî teslîmî xwediyê wê dike. Dema em ji yekî bo salekê pereyan bi deyn bistînin bi heman şeklî em pereyî wî lê vedigerînin; lê belê pereyê zêde ku em didin, dibe faîz ango heram. Di vê rewşê de em ê çawa kirê û faîzê jihev veqetînin?

Bersiv: Kirê û faîz, ji van aliyan ve jihev diqetin:

Faîz:

Faîz, ji pere û yên mîna wê ji malên standart ku ji bo demeke diyarkirî bi deyn tê dayin û piştre heman tişt digel zêdeyiyê were stendin re tê gotin.

Di faîzê de malê ku tê dayin tê xerckirin. Di paş de ne heman mal belbî mislê wî/ê mîna wî di standarda wî de digel zêdebûnê tê dayin.

Di faîzê de hemî rîsk û xetera malê ku hatiye stendin di stûyê deyndar de ye. Herçiqas mal bê dizîn, wenda bibe jî deyndar divê ku wî mîqdarî digel zêdebûnê bide.

Kirê:

Kirê, ne di malên ku tê xerckirin de belbî di malên ku ji menfaeta wan tê îstafdekirin û bi mîna xwe tên vegerandin tê kirin.

Di kirê de rewşa ku malek bi kirê bê dayin û digel zêdebûnekê were stendin ne mewzûbehs e.

Di kirê de malê ku bi kirê hatiye dayin û tiştê ku tê tehsîlkirin jihev cuda ne. Ji vê bonê daxwazkirina zêde ji ya ku hatiye dayin jixwe nayê kirin.

Malên ku tên xerckirin nabin mijar ji bo kirê. Ango pere, genim û hwd. ên ku tên xerckirin û mislê wan tên dayin bi kirê nayên dayin.

Ji vê bonê çi xanî çi jî erd û erse ango malên ku ji menfeata wan tê îstifadekirin û bi awayê xwe yê berê tên vegerandin, caiz e ku meriv wan bi kirê bide. Lewra di hundirê dema kirê de –ji bilî ku qesd an jî teqsîratiyek hebe- hemî rîsk û xeretên ku di encama karasat û bobelatan de dertên holê ji arîza, xesar, şewitandin, wendabûn, erdhej û hwd. ne di stûyê kirêker de belbî di stûyê xwediyê mal de ne.

Prof. Dr. Servet Bayındır