Fetwayen Kurdi
Wesiyeta Şêx Ehmed, ma rast e yan jî xurafe ye?

Wesiyeta Şêx Ehmed, ma rast e yan jî xurafe ye?

Pirs: Di “Wesiyeta” ku li ser navê xetîbê Mizgefta Medîneya Munewwer Şêx Ehmed, hatiye weşandin de dibuhure ku “ji hefteya borî heta vê hefteyê 16.ooo kes mirine û temamê wan jî bihiştî ne. Di nêz de Îsa aleyhiselam dê dakeve, qiyamet dê rave û hwd.” Qaşo Pêxemberê me, di xewnê de jê re gotiye. Kesê ev wesiyet dît û xwend, divê ku bigihîne hemî muslumanan. Di vê babetê de hûn çi dibêjin? Ma ev tiştên han, rast in?

Bersiv: Wesiyeta ku li ser navê Şêx Ehmed hatiye weşandin, ji serî heta binî derew, lêanînin û li dijî rêgez û dustûra dînê me ne. Armanca nivîsên bi vî awayî ew e ku gel bi tiştên vala û nelazim mijûl bikin û wan ji îbadetan dûr bixin. Ev, lênanînin neyarên dîn ên di nav me de ne. Li ku derê bên dîtin, divê ku bên îmha kirin.

Lewra kesê ji kirina gunehan poşman bibe, lêborîn û bexşandinê ji Xwedê bixwaze, herwekî ku wî qet guneh nekiribe. Gotina ku tobe qebûl nabin, dibe sebebê ku kesên gunehkar, bêhtir noqî nebaşî û gunehan bibin. Xwedê Teala, mizgînî daye ku ji kesê bixwaze re -ji bilî şirkê- dibe tevekê gunehên wan bibexşîne.[1]

Zanîna agahiyên xeybî û nepenî; ji rabûna qiyametê ku dê kengî biqewime û hwd. bi tenê li cem Xwedê Teala ye, Ew bi tenê dizane.

Bidestxistina xêran, ne ku meriv berê xwe bide îbadetan û ji gunehan tobe bike, belbî bi zêdekirina kaxizekî basît, rasterast li dijî rêbaz û prensîbên dînê me ye.

Di malpera me de di heqê wesiyeta Şêx Ehmed de nivîsek me heye. Em tewsiye dikin ku hûn wê nivîsê ji lînka jêr bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/yazilar/seyh-ahmedin-vasiyetnamesi-efsanesi.html



[1] Bnh. ayetên sûreyê Nîsa, 48 û 116.