Fetwayen Kurdi
Ma Pêxemberê me di bihuştê de dê bi diya me Meryem re bizewice?

Ma Pêxemberê me di bihuştê de dê bi diya me Meryem re bizewice?

Pirs: Seydayekî bi rûmet di beşeke ji we‘za xwe de anî ziman ku Cenabê Pêxemberê me, dê di bihiştê de bi diya me Meryem re bizewice. Wekî delîl jî behsa hedîsekê kir. Gelo tu rastiya vê heye?

Bersiv: Di çavkaniyên mîna Teberanî de di derbarê ku Pêxemberê (s.a.w) di cenetê de dê bi diya me Meryem, bi jina Fir‘ewn ya bawermend Asiye û xwişka Mûsa aleyhiselam Gulsum re bizewice, hin hedîs hatine ragihandin. Lê belê zanyarên ‘ilmê hedîsê diyar kirine ku dereceya wan zeîf e û ji lewra nabin ku bibin delîl.[1]

Xeberên wiha yên ku behsa rewş û halên axretê ji bihişt-dojehê dikin, divê ku teqez xwe bispêrin hedîsên sehîh. Di mijarên wiha de îtibar bi hedîsên wiha zeîf nayê kirin.



[1] Bnh. el-Heysemî, Mecmau’z-Zewaid we Menbau’l-Fewaid, IX, 218.