Fetwayen Kurdi
Hedîsa “‘Eşereyê Mubeşşer”, divê çawa bê fêhmkirin?

Hedîsa “‘Eşereyê Mubeşşer”, divê çawa bê fêhmkirin?

Pirs: Di pirtûkên hedîs û siyerê de zanyariya ku Pêxemberê me, mizgîniya bihiştê daye hin sehabiyan, cih digire. Mesela, “’Eşereyê Mubeşşer” wekî têgehekê ji bo deh kesên ku bi bihiştê hatine mizgîndayîn, tê bikaranîn. Ji bilî van deh sehabiyan, riwayetên di derbarê ku pir sehabiyên din jî mizgîniya cenetê ji wan re hatiye dayin, hene. Gelo ev zanyarî û hedîsên han, sehîh in? Ma pêkan e ku hêj însan li jiyanê ye, mizgîniya bihiştê jê re bê dayin?

Bersiv: Di pirtûkên hedîsê de di derbarê ku Pêxemberê me (s.a.w), mizgîniya bihiştê daye hin sehabiyan, hedîs hene.[1] Divê ku meriv digel ayetên li jêr, li ser van hedîsan bihizire.

Ji muhacir û ensariyan ew ên ku pêşî misilman bûne û ew ên ku bi rindî dane pey wan, Xwedê ji wan razî bûye û ew jî ji Xwedê razî bûne. Xwedê ji bo wan, bihiştên ku di nav wan de çem diherikin û ew ê heta bi hetayê li wan bimînin, amade kirine. Serkeftin û rizgariya mezin ha ev e.[2]

Li gorî vê ayetê, kesê ku li jor behsa hatiye kirin, bi bihiştê hatine mizgîndayin. Lê belê ev mizgînî, ne mizgîneyeke “bê şert û merc e.” Ango wekî ku ji wan re wiha hatibe gotin “heta hûn rewşa xwe ya niha hûn li ser in bidomînin yanî heta hûn wê neguherînin, hûn bihiştî ne.” Rewşeke mîna vê em di van ayetên ku behsa wesfên bilind ên diya me Meryem dike de jî dibînin.

Rojekê firîşteyan wiha gotin: Ey Meryem! Xwedê tu bijartî, tu pak û paqij kirî û tu di ser hemû jinên vê çaxê re girtî. Ey Meryem! Tenê ji Xwedayê xwe re îbadetê bike; here secdeyê û digel rukû‘keran rukû‘ bike.”[3]

Her wekî ku tê dîtin, piştî Xwedê Teala radigihîne ku Wî, diya me Meryem bijartiye, ew kiriye bendeyeke pak û paqij û ew di ser pîrekên dema wê re girtiye, lê ferman kiriye ku serî ji Perwerdegarê xwe re dêne, biçe secdeyê û digel rukû‘keran rukû‘ bike. Ango ragihandiye ku dewamkirina van wesfên bilind, bi bicihanîna van fermanan ve girêdayî ye.

Ji vî alîyî ve, mizgîniya bi bihiştê ya Pêxemberê me daye hin sehabiyan, ne bi awayê ku teqez ew ê têkevin cenetê, belbî mizgîniya ku heta rewşa xwe ya baş û rind neguherînin, bi destûra Xwedê Teala, ew ê bibin bihiştî. Ev mizgînî, ne ji bo wan bi tenê ye; belbî ji bo hemî kesê ku bawerî aniye û karê qenc kiriye. Evê ayeta han, vê rewşê bi awayekî zelal diyar dike:

Ên ku bawerî tînin û karên qenc dikin, ew çêtirînê mexlûqan in. Mukafata wan li cem Perwerdegarê wan, bihiştên Ednê ne ku di nav wan de çem diherikin. Heta bi hetayê ew ê di wan de bin. Xwedê ji wan razî bûye, ew jî jê razî bûne. Ha ev, ji bo kesê ku ji Perwerdegarê xwe ditirse.”[4]

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/yasarken-cennetle-mujdelenen-kisiler-var-midir.html



[1] Bnh. Muslim, Fedailu’s-Sehabe, 28; Tirmizî, Menaqib, 26; Ehmed kurê Henbel, Musned, 1/187, 188.

[2] Tewbe, 9/100.

[3] Alî Îmran, 42-43.

[4] Beyyîne, 98/7-8.