Fetwayen Kurdi
Xeyb çi ye? Baweriya bi xeybê çawa pêk tê?

Xeyb çi ye? Baweriya bi xeybê çawa pêk tê?

Pirs: Gelo girîngiya baweriya bi “xeybê” ya ku di ayeta 3’yem ji sûreyê Beqere derbas dibe, ji ku tê? Lewra “xeyb”, bi awayê “her bûyera ku têgihiştina wê ji aliyê kesan ve zor e” tê tarîfkirin. Di vê rewşê de ma çima em bi baweriya tiştê ku têgihiştina wê zehmet e yan jî bi awayekî rêk û pêk em fêhm nakin, berpirsyar hatine girtin? Mebesta Xwedê Teala ji vê yekê çi ye? Ma divê em ayeta 3’yem ji sûreyê Beqere çawa fêhm bikin?

Bersiv: Meala ku em didin çend ayetên pêş ji sûreyê Beqere wiha ye:

Elîf. Lam. Mîm! Kitêb ev e; qet tê de guman tune ye. Ji xweparêzan re rêber e. Ew ên ku ji dil* bawer dikin û bi awayê pêdivî nimêj dikin û ji rizqê ku Me daye wan xerc dikin.”[1]

Xeyb, ji tiştên ku bi hewas û endaman nayê zanîn re tê gotin. Du cureyên xebyê hene. Yek jê xeyba mutleq e, ku ji bilî Xwedê Teala tu kes pê nizane. Ya din jî xeyba îzafî ye; hin kes dizanin, hinên din jî pê nizanin. Ya di dilê meriv de ji bo biyaniyan xeyb e. Bawerî, tesdîqkirina bi dil e. Ji ber ku tu kesek ji tesdîqa di dil de haydar nabe, ev dibe tesdîqeke di xeybê de. Mena xweparêz/mutteqî, di xeybê de bawer dikin ev e. Ev jî di zimanê Kurdî divê wiha were wergerandin: “…ji dil bawer dikin…” Hin merivên ku ji dil bawer nekirine û xwe bawermend nîşan didin jî hene. Ha ew kesên munafiq in. Hukmê wan, di çend ayetên pêş de tê diyarkirin.

Xeyb, bo tiştên veşartî ku bi çavan nayên dîtin, tê gotin. (Bnh. Raxib el-Isfehanî, Mufredat). Ji ber ku îman, di dil de ye, di xeybê de pêk tê. Hin tiştên di dil de bi aqlê manewî ango bi besîretê tê dîtin, lê meriv tam pê ewle nabe. Lewra tiştên tê de dibe ku werin veşartin. Jixwe li Medîneyê hin munafiqên wisa hebûn ku xwe bawermend nîşan didan û Pêxemberê me (s.a.w) bi wan nedizanî. (Bnh. Tewbe, 9/101)

Ferîşte jî tam ewle nabin ku birastî jî ka kî bawermend û kî ne bawermend e. Ew jî ne li dil, lê belê li gotinên ji dev derdikevin û li kirinên meriv, dinihêrin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Birastî Me însan afirandiye û Em bi ya ku nefsa wî jê re dibêje dizanin û Em ji rahjiyana (şahdamara) wî jî bêhtir nêzîkî wî ne. Li rast û çepê însên du peywirdarên rûniştî hene ku her hal û hereketên wî dinivîsin. Însan çi bibêje, her li balê çavdêr û amadekarek heye[2]

Ji vê bonê ye ku roja qiyametê ji Xwedê pê ve tu kes mehderiyê nake. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji bilî yê ku Wî destûr dabe ew kî ye li cem Wî mehderiyê bike? Bi tiştê ku mirov dikin û tiştê ku kirine jî dizane.”[3]

Ji ber vê ye ku di mijara baweriyan de kotekî nayê kirin. Lewra Xwedê Teala gotiye ku “Di dîn de zordarî tune ye.[4] Xwedê Teala, di îmanê de teqeziyê şert didêre û wiha ferman dike:

Nekeve pey a ku derbarê wê de tu jê bêagah î. Bêguman guh, çav û dil ji ya ku ew dikin, berpirs in.”[5]

Em ne bi xebyê, belbî bi ya darîçav ango bi tiştên ku bi çavên serê xwe yan jî bi besîreta xwe bi awayekî teqez dibînin, baweriyê tînin. Ji lewra em dibêjin “Eşhedu enne Muhemmeden resululah.” Ango “Ez şahdeyiyê didim ku Muhemmed qasidê Xwedê ye.” Lewra her kesê Qur’ana ku belgeya qasidtiya wî ye fêhm bike, dê vê yekê bi besîreta xwe bibîne. Celatkrina kesên kafir jî ji ber tevgera wan a şaş ya li hemberî rastiya ku bi awayekî zelal derketiye holê.

Piştî ku rêya rast jê re aşkere bû, kî dijraberiya wî qasidî bike û ne di rêya muslumanan de here, Em ê wî di rêya ku berê xwe dayê de bihêlin û Em ê wî bixin dojehê. Çi pîsewar e ew dojeh![6]

Hûn dikarin bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê ji navnîşana jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/gayb-bilinmeyen-seye-denirse-insan-gayba-nasil-iman-eder.html



* Mena tam ya ayetê wiha ye: “di wê xeybê de baweriyê tînin, ango îmana wan di xeyba wan de ye.” Xeyba wan jî ya ku ji wan pê ve kes pê nizane. Ev jî dibe baweriya ku di dilê wan de ye.

[1] Beqere, 2/1-3.

[2] Qaf, 50/16-18.

[3] Beqere, 2/255.

[4] Beqere, 2/256.

[5] Îsra, 17/36.

[6] Nîsa, 4/115.