Fetwayen Kurdi
Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin?

Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin?

Pirs: Xwendekarên dibistanê beriya nimêja nîvro bi pênc deqîqeyan dikevin dersê. Piştî nimêja mexribê ji dibistanê derdikevin. Di vê rewşê de nimêja nîvro û ‘esrê nakin. Ma dikarin berî wextê nîvro bi 15 deqîqeyan nimêja nîvro û ‘esir cem’ bikin ango bi hev re bikin? Heke ne bi vî awayî be qet ne pêkan e ku nimêj bikin?

Bersiv: Ji bo kirina nimêjê wext, şertekî mecbûrî ye. Çawa ku beriya hatina wext nimêj nayê kirin, piştî derbasbûna wext jî nimêj nayê kirin. Ji ber vê yekê xwendekar, beriya hatina demê nikarin nimêja nîvro bikin. Lê belê hin alternatîfên ku dikarin bikin hene:

  1. Li dibistanê di bêhnvedanên serî de dikarin di hundirê dema nîvro de nimêja nîvro û ‘esrê bi hev re bikin (cem’ teqdîm). Ji bo vê jî bi tenê kirina nimêjên ferz kafî ye.
  2. An jî gava bû wexta ‘esir dîsa di tenefusê de di serî de ferza nimêja nîvro, piştre jî ferza nimêja ‘esir bi hev re bike (cem’ texîr).
  3. Ji bo kirina nimêjê, ne pêwîst e ku biçin mizgeftê. Ji lewra xwendekar li polan an jî li dibistanê li cihekî munasib dikarin nimêj bikin.
  4. Heke têkevin rewşeke pir zehmet li gorî ayeta 239an ji sûreyê Beqere li ser piyan an jî rûniştî jî dikarin nimêj bikin. Lê belê bi tu awayî nikarin nimêjên xwe bihêlin qezayê.
  5. Di dema girtina destmêjê de û her wiha di gava kirina nimêjê de ne lazim e ku pêlavên xwe derxin. Mîna ku dikarin di destmêjê de li ser pêlavên xwe mesih bikin, dikarin bi pêlavên xwe nimêj jî bikin. Mirov dikare ji van hêsaniyên ku di dînê me de hene sûd wergire

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê cema nimêjan ji kerema xwe serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/fikih-arastirmalari/namazlarin-birlestirilmesi.html