Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Mîrata wî dê di navbera 2 law, 2 keç û zarokên lawê wî yê mirî de çawa bê teqsîmkirin?

Zilam mir. Mîrata wî dê di navbera 2 law, 2 keç û zarokên lawê wî yê mirî de çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Kesê ku miriye li pey xwe du keç, du kur û zarokên kurê xwe yê berê miriye, hiştin. Divê mîrata wî çawa bê parvekirin?

Bersiv: Terîke dê ji heşt hisseyan bê teqsîmkirin. Her keçek dê hisseyekê (her du keç du hisseyan) bigrin. Ji her du lawên ku li jiyanê ne jî her yek dê du hisseyan (bi hev re 4 hisseyan) bigrin. Zarokên lawê wî yê ku berê wefat kiriye jî dê du hisseyan bigrin. Eger ev zarok (ango nevî) keç û kur bin, dê neviyên kur bi qasî para du neviyên keç bigrin. Di vir de di der barê ku nevî mîna ap an jî metan ji terîkeyê tên mehrûmkirin de tu delîl tuneye.

Di ayeta di der barê mîratê de wiha hatiye fermankirin: “Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye. (Nîsa, 4/11) Neviyên ku bav an jî dayikên wan berê mirine jî dikevin bin hukmê “zarokan” ya ku di ayetê de dibore. Wekî din di gelek ayetan de Misilman di der barê sêwiyan de hatine hişyarkirin. Ayeteke têkildar wiha ye:

Ew ên ku malên sêwiyan bi neheqî dixwin, ew zikê xwe bi tenê ji êgir tije dikin û jixwe ew ê paşê bikevin agirekî sincirî.” (Nîsa, 4/10)