Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Sê kur, çar keç li pey xwe hiştin. Mîrata wî çawa tê teqsîmkirin?

Zilam mir. Sê kur, çar keç li pey xwe hiştin. Mîrata wî çawa tê teqsîmkirin?

Pirs: Bapîrê min mir. 3 law û 4 keçên wî hene. Hevsera wî berê çûbû ber rehma Xwedê. Teqsîma mîratê divê çawa be?  

Bersiv: Di rewşa ku mirov li pey xwe sê law û çar keçan bihêle de teqsîma mîratê wiha tê kirin: Her law bi qasî para du keçan digre. Di vê meseleyê de mîrat, 10 hisse tê qebûlkrin. Her keçek dê hisseyekê  (bi tevahî 4 hisseyan) bigre. Her law jî dê du hisseyan (bi temamî 6 hisseyan) bigre.