Fetwayen Kurdi
Lixwekirina çarşevê, ma tundrawî ye?

Lixwekirina çarşevê, ma tundrawî ye?

Pirs: We nevîsiye ku lixwekirina çarşevê ne şert e… Wê demê, lixwekirina çarşevê ma tundrawî ye? An jî çima divê ku rengê çarşevê reş be? Li ser vê yekê, gelo tu delîlek heye?

Bersiv: Çarşev, ne elamet û nîşana tundrawiyê ye. Ji pîrekên bawermend, kî bixwaze dikare wê lixwe bike. Reşbûna rengê çarşevê, çandek e. Li welatên muslumanan çarşev, reş, qehweyî û hwd. bi reng û neqşên curbicur in. Wan jî rengê reş ji xwe re hilbijartine.