Fetwayen Kurdi
Tiştên ji zarokan re tên diyarîkirin, bav an jî welî dikare tê de teseruf bike?

Tiştên ji zarokan re tên diyarîkirin, bav an jî welî dikare tê de teseruf bike?

Pirs: Dema tiştek ji zarokekî ne aqil û balix re bê hediyekirin, gelo durist e ku mirov wî/wê, diyarî zarokekî din bike? Yanî sînorên teserufkirina di malê zorok de çi ne?

Bersiv: Weliyê zarokên ku negihaştine çaxa ruşda xwe, dikare li ser navê wî teseruf bike. Rêgez û qayde di rewşên wiha de ev e:

Welî, bi şertê ku li berjewendiyên zarokê miqate be, dikare di mal de teseruf bike. Di mijara ku hatiye pirsîn de mahiyet û qîmeta diyariyê ya madî muhîm e. Eger malekî bi qîmet be û di hediyekirina wî de dê zarok zirarê bibîne, teserufeke wiha di malê wî de ne caiz e. Lê belê, eger ji aliyê madî ve tu qîmeteke wî/ê ya bilind tune be û dema ji yekî din re bê hediyekirin, nabe sedem ji bo zirareke madî pir, welî dema munasib bibîne dikare tê de teseruf bike.

Prof. Dr. Servet Bayındır