Fetwayen Kurdi
Ma pîrekek di hefteyekê de dibe ku du caran têkeve cilan?

Ma pîrekek di hefteyekê de dibe ku du caran têkeve cilan?

Pirs: Piştî ku dema xwînmeha min bi tekûzî qediya bi 6 rojan dîsa ez ketim cila û ev rewş 7 rojan dom kir. Piştî 7-8 rojan dîsa ez ketim heyza. Ji lewra di navbera kirin û nekirina limêjê de dudilî me. Ma ez dikarim di vî halî de limêj bikim? Eger hûn bikaribin min agahdar bikin ez ê dilşad bibim.

Bersiv: Ji bo rewşa paqijiya navbera du adetan tuhr (paqijî) tê gotin. Dema wê jî herî kêm 15 roj e.

Eger bi sebeb nexweşiyekê ji pîrekekê her dem xwîn were, dê li gorî rojên diyar ên rewşên wê yên xwînmeh û paqijiyê, hukum bê dayin.

Ji ber vê yekê hûn li gorî demên xwe yên diyar ên berê tev bigerin. Eger di rojên din de xwîn were, ev dibe xwîna uzur/nexweşîyê û hûn ê li ser kirina limêjê dewam bikin.

Ji bo bidestxistina agahiyên berfirehtir di derbarê rewşa pîrekan ya taybet ji kerema xwe re li xeberdana ku di lînka jêr de ye guh bidêrin-temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/vakif-etkinlikleri/jinekolog-dr.osman-ozyurt/kadinin-ozel halleri.html