Fetwayen Kurdi
Rast e ku bazirganiya di roja aşûrê de bereketê zêdetir dike?

Rast e ku bazirganiya di roja aşûrê de bereketê zêdetir dike?

Pirs: Dibêjin ku bazirganiya di roja aşûrê de bereketê pirtir dike. Ma ev yeka han rast e?

Bersiv: Di derbarê ku bazirganî û danûstendina di roja aşûrê de dê bereketê bîne, ên ku di wê rojê de desmêj bigirin heta salekê dê nexweş nekevin de tu ayet, hedîs, gotinên sehabî yan jî tabiiyan tune ye. Ev baweriyên ku di nav gel de belav bûne, tu mesnedek ji wan re tune ye. Ji ber vê, tu qîmeteke wan a dînî jî tune ye.

Di Beyheqî û Teberanî de hedîseke ku kesê di roja aşûrê de ji malbata xwe re comerd be, Xwedê jî dê heta salekê bi comerdî pê re tev bigere, tê ragihandin. Hemî senedên vê riwayetê bi rêyên zeîf hatine neqilkirin. Herçiqas Îmam Suyûtî bibêje ku “temamê van rêyên zeîf piştgiriyê didin hev û hedîsê bi hêz dikin” jî Îmam Zerkeşî di heqê vê riwayetê de wiha gotiye “eslê wê tune ye, ev gotina Muhemmed kurê Munteşir e.”[1]

Eger zeîf be jî encama ku danûstendina di vê rojê de bereketê bêhtir dike, ji vê hedîsa ku hatiye neqilkirin nayê derxistin.

Riwayeteke manend wiha ye:

“Xwedê, rojîgirtina rojekê ji salê li zaroyên Îsraîl ferman kir ku ew jî roja aşûrê ye. Ew jî roja dehê Muherremê ye. Wê rojê rojî bigirin û ji malbata xwe re destfireh bin. Lewra Xwedê wê rojê poşmaniya Adem qebûl kiriye.”

Lê ev riwayet mewzû‘/derew e.[2]

Di Ansîklopediya Diyanetê di benda “aşûrê” de ev zanyariyên ha cih digirin:

“Di heqê fezîleta rojîgirtina di roja aşûrê de hedîsên sehîh hene, lê di derbarê kirinên mîna serşûştina di wê rojê de kilkirina çavan, xemilkirin, hinekirin, pîrozkirina hev, çêkirina (xwarina) aşûrê, dayina sedeqeyê, serdana mizgeftan û hwd. de tu riwayeteke sehîh tune ye. Pirê metnên tên angaştkirin ku hedîs in, di rastiya xwe de ne hedîs in, bêhtir muhtemel e ku ji kevneşopiya Cahiliyê û adetên Cihûyan hatibin. Lewra tu qeydeke ku Qasidê Xwedê û hevalên wî li gorî van adetan tevgeriyane, tune ye. Mesela, riwayetên bi awayê “Kesê roja aşûrê çavê xwe kil bike, helak nabe”, “Kesê roja aşûrê serê xwe bişû, wê salê nexweş nakeve” di pirtûkên serdemên dawîn de cih girtine û li gorî gotina Îbn Teymiyye babetên bi vî rengî, ji aliyê Nasibiyên ku ji Ehlê Beytê buxz dikin, hatiye lêanîn.”[3]



[1] Bnh. ‘Eliyyu’l-Qari, el-Esraru’l-Merfu‘a, rp. 345-346, jimara hedîsê: 532; Sexewî, Meqasidu’l-Hasene, rp. 504-505, jimara hedîsê: 1193; ‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, II, 283-284, jimara hedîsê: 2642

[2] Bnh. Şewkanî, Fewaidu’l-Mecmu‘a, rp. 96, jimara hedîsê: 283.

[3] Yusuf Şevki Yavuz, “Âşûrâ”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), IV, 25.