Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku pir bûyerên girîng di roja aşûrê de qewimîne?

Ma rast e ku pir bûyerên girîng di roja aşûrê de qewimîne?

Pirs: Di xutbeya rojeke înê de hate gotin ku roja aşûrê, roja ku Hezretî Yûnus tê de ketiye zikê masî, roja jidayikbûna Hezretî Îbrahîm û roja rizgariya wî û hwd. ji bûreyên mezin di vê rojê de qewimîne. Tiştê ku ji zarokantiya min tê bîra min; piştî ku Hezretî Nûh ji keştiyê dadikeve û xwarinên xwe yên mayî dixin ser hev û pê xwarinê (aşûrê) çêdikin. Mesela ku ewqas bûyerên mezin di heman rojê de qewimîne, gelo rast e?

Bersiv: Di derbarê bûyerên tê angaştkirin ku di roja aşûrê de pêk hatine, çawa ku tu ayet ne jî tu hedîs hene, tu zanyariyek ku ji aliyê dîrokî ve wan bûyeran rast bidêre jî tune ye. Di Ansîklopediya Îslamî ya Dîyanetê de bi vê mijarê re eleqedar, ev agahiyên han cih digirin:

“Di derbarê jêderka aşûrê de nerînên ku çavkaniyan diyar kirine tomarkirina wan di du xalan de pêkan e:

1. Aşûre, roja ku Hezretî Mûsa û gelê xwe ji zordestiya Fîrewn rizgar bûne û gelê Cihû bi rojîgirtina wê rojê berpirsyar hatine girtin. Li gorî vê nerîna ku bêhtir ji aliyê zanyarên rojhilatnas ve tê pejirandin, aşûra ku misilman wê pîroz qebûl dikin û tê de rojî digirin, xwe dispêre kelepora Cihûyan.

2. Aşûre, ji Hezretî Nûh û vir de di temamê dînên Samî de hebûye û di dewra Calihiyê de jî ji Hezretî Îbrahîm ve di nava Ereban de rojeke girîng hatiye dîtin û tê de rojî hatiye girtin. Ev nerîna han, xwe dispêre riwayetên ku ji Hezretî Eyşe û Ebdullah kurê Umer hatine ragihandin.

Di bara jêderka aşûrê de ji bilî van herdu raveyan xeberên ku di hin pirtûkên dîrok, hedîs û fiqhê de cih digirin vê rojê, wekî roja ku tobeya Hezretî Adem hatiye qebûlkirin, roja ku Hezretî Yûnus ji zikê masî derketiye, roja ku Hezretî Mûsa û Îsa hatine cîhanê, roja ku desthilatdarî ji Hezretî Suleyman re hatiye dayin, roja ku poşmaniya Hezretî Dawûd hatiye pejirandin, roja ku ji aliyê Xwedê ve temînata ku hemî gunehên Pêxember dê bên bexşandin hatiye dayin û di wê rojê de ji Mekkeyê bi bal Medîneyê ve koç kiriye, tewsîf dikin.

Lê mixabin, ji aliyê zanistî ve çawa ku derfeta rastderxistina van tiştan tune ye, çewtiya hinekan jî li holê ye. wekî mînak hicreta Hezretî Pêxember, ne di 10’ê Muherremê de belbî di 12’ê meha Rebîulewwelê de pêk hatiye. Riwayetên ji bilî vê jî ji Îsrailiyatan tên qebûlkirin.”[1]

Ji kerema xwe re li lînka jêr jî binihêrin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1602



[1] Yusuf Şevki Yavuz, “Âşûrâ”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), IV, 25.