Fetwayen Kurdi
Ma “Rebb/Perwerdigar”, di nav Esmayê Husna de cih nagire?

Ma “Rebb/Perwerdigar”, di nav Esmayê Husna de cih nagire?

Pirs: Digel ku “Rebb” ji navên Xwedê Teala ye, gelo çima di nav “Esmayê Husna” de cih nagire?

Bersiv:Rebb”, navek ji navên Xwedê ye û bi mena “xwedî”, “efendî”, “rêveber”, “xwedîkirin”, “perwerdigar”, “ê ku nîmetan dide” û hwd. tê.

Di Qur’ana Pîroz de piştî navê Ellah herî zêde ji navên îlahî Rebb, hatiye bikaranîn. Di hedîsan de jî ji bo navê Xwedê derbas dibe.

Lîsteya Esmayê Husna ya ku di nav muslumanan de belav bûye û bi şeklê 99 navan tê zanîn, di Kutubê Sitte de bi riwayeta ji Ebû Hureyre bi tenê di Tirmizî û Îbn Mace de dibore. Buxarî, Muslim, Nesaî û Ehmed kurê Henbel di berhemên xwe de cih nedane vê lîsteyê.

 “Baweriya gelek aliman ew e ku beşa duyem ji hedîsa Ebû Hureyre -not û neh nav- di eslê wê de tune ye û ji aliyê rawî ve hatiye zêdekirin. Cihnegirtina vê lîsteyê di Buxarî û Muslim de bi vê yekê hatiye şîrovekirin. Lewra herdu muhedisên ku cih dane vê lîsteyê, bist pênc navên ku Tirmizî cih daye wan di Îbn Mace de, ji sed navên ku di Îbn Mace de hene jî bîst û şeş nav di Tirmizî de derbas nabin. Herdu lîste bi hev re digihên 125 navan.

Digel vê jî hin navên ku di Qur’anê de hene û di van herdu riwayetan de cih negirtine, navên ji heman kokê derketine yan jî ji kokên cuda çêbûne lê di eynî wateyê de ne jî di lîsteyê de hene. (…)

Hin aliman hewl dane ku navên di Qur’anê de neborîne lê di hedîsa navdar de derbas dibin jê temam dikin. Hinekên din jî di çarçoveya rêgezên ku wan bi xwe danîne, hin tesbîtên nû kirine. Îbn Hecer, bîst û heft navên ku di lîsteya Tirmizî de diborin lê di Qur’anê de tune ne diyar kiriye û di şûna wan de ji Qur’anê biqasî wan nav dîtine û bi vî awayî lîsteke nû saz kiriye.”[1]

Di lîsteya ku ji aliyê Îbn Hecer ve hatiye amadekirin de navê “Rebb”, di nav Esmayê Husna de cih digire.



[1] Bnh. Bekir Topaloğlu, “Esmâ-i Hüsnâ,” Ansîklopediya Îslamî ya Diyanetê (DİA), XI, 407-408; heman muellif, “Rab”, Ansîklopediya Îslamî ya Diyanetê (DİA), XXXIV, 372.