Fetwayen Kurdi
Nexweşên tedawiya kemoterapiyê dibînin, ma lazim e ku rojiyê bigirin?

Nexweşên tedawiya kemoterapiyê dibînin, ma lazim e ku rojiyê bigirin?

Pirs: Ma seyansên kemoterapiyê rojiyê betal dike? Nexweşên di vê rewşê de dikarin rojiyê bigirin?

Bersiv: Dermanên ku li ser nexweşên pençeşêrê tên bikaranîn, bi piranî digel hin tiştên din (serûm) tên dayin. Ji ber vê yekê, ne dermanên kemoterepiyê, belbî serûmên ku digel wê tên bikaranîn, rojiyê betal dikin. Ji bilî vê, kesên ku bi nexweşiya pençeşêrê ne û tedawiya kemoterapiyê dibînin jixwe muqawemeta wan qels e, rojîgirtin dibe ku muqawemeta wan hîn qelstir bike. Ji ber vî sedemî, nexweşên tedawiya kemoterapiyê dibînin dikarin rojiya xwe di rojên pêşde bigirin. Ango rojiya xwe taxîr bikin û piştre bigirin.[1]



[1] Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitap û Hîkmetê, Temmuz-Eylül/Tîrmeh-Rezber 2015, Sayı/Jimar: 10, rp. 21-22.