Fetwayen Kurdi
Şeytan çima bû kafir?

Şeytan çima bû kafir?

Pirs: Ji şeytên re kafir tê gotin. Lê belê ew dizane ku Xwedê Teala heye. Ma kafirbûna wî, ji ber serkêşî û rabûna wî ya li ber Xwedê ye?

Bersiv: Kafir, ji kesê hebûn û yekîtiya Xwedê Teala dizane, lê “xwe linedîtinê datîne” re tê gotin. Kafirî, karekî bi şuûr e, her kesê kafir jî bi rewş û pozîsyona xwe baş dizane. Ji lewre hinceteke saxlem ya tu yekî ji wan tune ye. Gava hewcedarî bi xweparastinê bibîne jî rastiyan vajî nîşan dide. Ayetên di derbarê Îblîs de mînakeke rind e ji bo vê. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Sond be, Me hûn afirandin, paşê Me şekil û awa da we. Paşê Me ji firîşteyan re got: ‘Ji Adem re herin sicûdê.’ Ji bilî Îblîs tev çûne sicûdê; ew nebû ji yên ku çûne sicûdê.

Xwedê ji re got: ‘Dema Min fermana sicûdê li te kir, ew çi bû ku nehişt tu biçî sicûdê? Got: Ez ji wî çêtir im. (Lewra) Te ez ji êgir afirandime û Te ew ji heriyê afirandiye.[1]

Fermana bi secdebirina bo Adem, li xweşa Îblîs neçû. Herwekî ku emir ne yê Xwedê be û mîna ku li hemberî Adem be, tev geriya. Rasterast newêribû li ber Xwedê rabe. Lewra dizane ku bi her tiştî ji Xwedê re deyndar e û her wiha dîsa dizane ku Wî, ew afirandiye. Ev tiştên han di van gotinên Îblîs de veşartî ne:

“(Îblîs) got: Ez ji wî çêtir im. Te ez ji êgir afirandime û Te ew ji heriyê afirandiye.”[2]

“(Îblîs) Got: Ez ne ew im ku ez ji mirovekî ku Te ew ji hişkeheriyeke reşeguherî afirandiye re biçim sicûdê.[3]

Cezayê ku heq kiribû dereng neket. Xwedê Teala jê re wiha got:

Nexwe ji wê dakeve, vêca mafê te tune ye ku tu xwe li wê derê mezin bidêrî, de biceheme. Bêguman tu ji rezîl û riswaya yî![4]

Îblîs wiha bûbû kafir. Halbukî di hebûn û yekîtiya Xwedê Teala de tu dudiliya wî tune ye. Baweriya wî bi qiyametê/rabûna piştî mirinê jî hebû. Lewra piştî qewitandina wî, ji Xwedê wiha lava kiribû:

Îblîsî got: Xwedayê min! Nexwe heta roja qiyametê muhletê (derfetê) bide min.”[5]

Binpêkirina fermaneke bi tenê, bûye sedemê ku Îblîs bibe kafir. Meriv jî wiha ye; ne ku nizane, ji ber ku naxwaze fermanên Xwedê Teala bibîne û pêk bîne dibe kafir.



[1] E‘raf, 7/11-12.

[2] Sad, 38/76.

[3] Hicr, 15/33.

[4] E‘raf, 7/13.

[5] Sad, 38/79.