Fetwayen Kurdi
Hukmê “Yekî ku wesayitek modela wê 2009 ji meriv bistîne, bi şertê ku di sala pêş de yeka modela 2011 be, ji meriv re bikire”, çi ye?

Hukmê “Yekî ku wesayitek modela wê 2009 ji meriv bistîne, bi şertê ku di sala pêş de yeka modela 2011 be, ji meriv re bikire”, çi ye?

Pirs: Ez dixwazim ji yekî wesayiteke ku modela wê 2009’e bikirim. Li hember vê, ez ê jî jê re di sala pêş de wesayitek ji heman modelê 2011 bikirim, ma ev muamale dibe faîz an na?

Bersiv: Wesayita ku modela wê 2011 e, ji ber ku niha taybetmendî û bihayê wê nexuyaye/ne kifş e, ev kirîn û firotin dibe fasid. Deynê wî kesî di stûyê we de sirf bihayê wesayita wê rojê ye. Heta wê demê eger di qîmetê pere de kêmasiyekek pêk were digel temamkirina wê kêmasiyê divê ku hûn deynê xwe bidin. Ji bilî vê, tu deynekî we yê din tune ye.