Fetwayen Kurdi
Ma di Qur’anê de mijara ezabê gorê dibore?

Ma di Qur’anê de mijara ezabê gorê dibore?

Pirs: Min di malpera we de di derbarê ezabê qebrê de tu beşek nedît. Gelek kes dibêjin ku ezabê gorê tune ye û di heqê vê mijarê de di Qur’anê de tu ayetek nabore, bi temamî ev xwe dispêre hedîsan, temamê hedîsan jî xeberê wahid in. Ma çima Xwedê Teala di ayetên xwe de –digel ku di dînê me de çihekî wê yî girîng heye– behsa ezabê gorê nekiriye?

Bersiv: Di malpera me de di derbarê ezabê gorê de zanyariyên berfireh hene. Lê we bi tenê li malpera me www.suleymaniyevakfi.org nihêrtiye. Ji kerema xwe li vê malpera me jî www.kurandersi.com binihêrin. Di wir de çend dersên me yên di heqê vê mijarê de hene. Ji navnîşanên jêr jî hûn dikarin dersa me ya herî dawî ya di derbarê ezabê qebrê de temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/kuran-sohbetleri/2007/kabir-hayati-kabir-azabi.html

http://www.kurandersi.com/kuran-sohbetleri/2007/kabir-hayati-kabir-azabi-2.html

Mijara ezabê gorê, birastî bi awayekî berfireh di Qur’anê cî digire. Lê belê ji ber mijûliya me ya zêde derfeta ku em wan derbasî nivîsê bikin tune ye. Ji navnîşanên navborî hûn dikarin xwe bigihînin hin zanyariyên ku hûn lê digerin.