Fetwayen Kurdi
Nuzûla Qur’anê bi zimanê ‘Erebî gelo dibe asteng ji bo cîhanîbûna wê?

Nuzûla Qur’anê bi zimanê ‘Erebî gelo dibe asteng ji bo cîhanîbûna wê?

Pirs: Qur’an çima bi zimanê ‘Erebî hatiye hinartin? Ma ev, ji bo cîhanîbûna wê nabe asteng?

Bersiv: Bi sedema ku muxatebên pêşî yên Qur’anê -a ku bi navgîniya Cebraîl hatiye hinartin da ku bigihîje mirovan- Muhemmed Mustefa sellahu ‘eleyhi we sellem bi xwe û yên din jî ‘Ereb bûn, Qur’an jî bi zimanê ‘Erebî hatiye hinartin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me her qasidek bi zimanê gelê wî şand, da ku ji wan re bi awayekî zelal rave bike…” (İbrahîm, 14/4)

Ma ji xîtaba bi ‘Erebî bi ‘Erebên ku muxatebên wehyê yên pêşî ne xwezatir çi heye!  Lê belê ev nabe asteng li pêşiya cîhanîbûna Qur’anê. Digel ku di gelek ayetên Qur’anê de xîtaba ji bo tevahiya însanan bi awayê “Gelî mirovan” û “Gelî bawermendan” dibore, lê di tu ayetan de banga “Gelî ‘Ereban” derbas nabe.

Wekî din ayetên li jêr bi awayekî zelal nîşan didin ku Nebîyê me bi qasidî ji temamê mirovan re hatiye şandin, ji ber vê yekê peyama wî jî cihanî ye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“(Resûlê min!) Me tu ji temamê însanan re wekî mizgînber û hişyarker şandî. Lê belê pirên mirovan vê nizanin.” (Sebe’, 34/28)

Bibêje: Gelî mirovan! Bê guman ez qasidê Xwedê me ku bi bal we hemûyan ve hatime şandin. Xwedaniya erd û asîmanan di destê Wî de ye. Ji Wî pê ve tu îlah nîn in…” (E’raf, 6/158)

Ev Qur’an ji min re hatiye wehîkirin da ku ez we û kesê ku deng bigihîjê bi wê hişyar bikim.” (En‘am, 6/19)

“Ew (Xweday)ê ku Furqan ji evdê xwe re hinartiye da ku temamê alemê hişyarker bike,  pir pak û pîroz e.” (Furqan, 25/1)

Jêder: Yahya Şenol, “Bize Soruyorlar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ocak-Mart 2016, Jimar: 12, rp: 99.