Fetwayen Kurdi
Ji bo xelasiya ji bandora cinan, divê meriv çi bike?

Ji bo xelasiya ji bandora cinan, divê meriv çi bike?

Pirs: Ji bo rizgarî û xelasiya ji bandora cinan, divê mirov kîjan dirûd û duayan bixwîne?

Bersiv: Lêxisitina cinan, wekî ku ceylan bi mirov bigire. Cin, bi awayên curbicure mirovan dixin bin bandora xwe. Ew rastiyeke ku tê de tu şik û guman tune ye. Cin jî mîna me însanan heybernî bi aqil û bi bîr in. Bêşek ji cinan ên ku karê wan herî xerabî û nebaşî ye hene û em ji vî beşî re dibijin şeytan. Em nikarin wan bibînin lê belê ew dikarin me bibînin. Heta dikarin têkevin dirûvan, awayê xwe biguherînin û têkevin eşkal û celebnî ku em wan bibînin. Ji bo ku mirov bikaribe xwe ji zirara wan biparêze baweriyek xurt, samîmîyet û biryardarî têrî dike. Mirov, piştî limêjan, beriya xewê di nav nivînan de û sibehan dema mirov ji xewê radibe, sûreyê Feleq û Nas bixwîne, mirov dê ji şerê wan ewle dibe û tu xerabiya wan nagihîje mirov. Divê her gav, ev rastiya han li ber çavên meriv be ku: Ji Xwedê Teala pê ve, ne tu kes û ne jî tu tişt nikare meriv biparêze. Bi tenê mirov xwe bispêre Xwedê Teala. Lewra Ew e, yê ku mirov ji her tiştî diparêze û bila ji vê rastiyê tu guman nekeve dilê meriv.