Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 22 Nisan 2019

Pirs: Di Qur’anê de derbas dibe ku “nimêj mirov ji xerabiyan dûr digre.” Digel vê yekê çawa hin Misilmanan dikevin gunehê şirkê? Ma ne divê îbadetên wan ew ji vî gunehî dûr bigirta?

Bersiv: Dema însan xwe li hemberî şirkê neparêze, tu tiştek mirov li pêşberî ketina şirkê muhafeze nake. Diyar e ku pêxember di perestin û îbadetên xwe de kêmasiyê nakin. Lê belê digel vê yekê Xwedê Teala, ew jî di mijara ketina şirkê de hişyar kirine û wiha ferman kiriye:

Bibêje! Gelî nezanan! Ma hûn li min emir dikin ku ez ji bilî Xwedê îbadeta tiştekî din bikim?

Bi rastî bi bal te ve û bi bal pêxemberên beriya te ve wiha hatiye wehîkirin: ‘Eger tu bikevî şirkê, karên te dê pûç dibin û tu dê bibî ji yên xesirî.’

Naxêr, bes îbadeta Xwedê bike û bibe ji şukirdaran.

Wan qedrê Xwedê bi awayê pêdivî negirt. Hal ev e ku roja qiyametê erd tev di teserûfatiya Wî de ye. Asîman jî dê bi hêza Wî li hev bên pêçandin. Ew, ji tiştên ku jê re dikin şerîk pak û bilind e.” (Zumer, 39/64-67)

“Bibêje: Ma ez ê ji bilî Xwedê ji bo xwe dost û arîkarekî bigrim. Afirînerê erd û asmanan Ew e. Ew risq dide û nayê riziqdan? Bibêje: Bê guman ferman li min hatiye kirin ku bibe ji mislimanên pêşî û zinhar (!) nebe ji wan ên ku ji bo Xwedê hevpişkan çêdikin.

Bibêje: Bê guman eger ez bêemriya Rebbê xwe bikim, ez ji ezabê wê roja mezin ditirsim.” (En’am, 6/1415)

Ayeta ku di pirsa we de derbas dibe jî wiha ye:

اتْلُ مَا أُوحِيَ إِلَيْكَ مِنَ الْكِتَابِ وَأَقِمِ الصَّلَاةَ إِنَّ الصَّلَاةَ تَنْهَى عَنِ الْفَحْشَاءِ وَالْمُنْكَرِ وَلَذِكْرُ اللَّهِ أَكْبَرُ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تَصْنَعُونَ

Vê kitêba ku ji bo te hatiye wehîkirin bixwîne û bi awayê pêdivî nimêj bike. Bê guman nimêj mirov ji bêtoretî û xerabiyan dûr digre. Bi rastî zikrê Xwedê mezin e. Xwedê bi ya ku hûn dikin dizane.” (‘Enkebût, 29/45)

Ev tê wateya kesê nimêj dike, di van mijaran pirtir hesas e. Yekî wiha, dema li ser kirina gunehan dewam bike an jî hevpişkan ji Xwedê re çêbike, ev yek destnîşan dike ku wî bi awayê pêdivî nimêj nekiriye. Riwayeteke ku ji Pêxember aleyhisselam hatiye ragihandin wiha ye:

من لم تنهه صلاته عن الفحشاء والمنكر لم تزده من الله إلا بعدا

“Kesê nimêja wî, li pêşiya bêarî û xerabiyan nebe asteng, ew nimêj bi tenê wî ji Xwedê dûr dike.” (Taberanî, Mu’cemu’l-Kebîr, c: 11, rp: 54)

Lewra kesê bi vî rengî, digel ku rêya xwe şaş kiriye, bi sedema ku nimêj dike guman dike ku li ser rêya rast e.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 263
2 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 233
3 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 202
4 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 279
5 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 235
6 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 179
7 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 226
8 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 203
9 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 158
10 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 240
11 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 190
12 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 176
13 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 249
14 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 227
15 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 131
16 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 293
17 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 176
18 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 158
19 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 254
20 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 206
21 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 139
22 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 236
23 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 231
24 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 134
25 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 259
26 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 251
27 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 131
28 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 232
29 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 190
30 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 128
31 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 252
32 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 195
33 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 171
34 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 234
35 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 182
36 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 177
37 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 246
38 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 233
39 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 194
40 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 206
41 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 260
42 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 218
43 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 173
44 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 309
45 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 280
46 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 175
47 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 338
48 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 203
49 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 165