Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 25 Nisan 2019

Pirs: Ma mirov dikare di rêwîtiyê de bêyî kurtkirin nimêjên xwe çar qam bike?

Bersiv: Nimêjên ku 4 qam tên kirin, di halê rêwîtiyê de 2 qam tên kirin. Ango kirina nimêjê di rêwîtiyê de 2 qam, ne qesr/kurtkirin e. Li berevajî vê bi sedema ku wiha hatiye ferzkirin bi vî awayî tê kirin.

Ayetên 10-103an ji sûreyê Nîsa destnîşan dikin ku kurtkirina nimêjê ango di dewsa 2 qaman de mirov 1 qamê bike, bi tenê di halê ku tirs hebe tê kirin. Ayetên têkildar wiha ne:

Dema hûn derketin rêwîtiyekê eger hûn endîşe bikin ku kafir dê êrîşî we bikin ji bo we tu guneh tuneye ku hûn wê nimêja (li rêwîtiyê tê kirin) bi kurtî bikin. Bê guman kafir ji bo we neyarên aşkere ne.

Dema tu digel wan bî, vêca te li pêşiya wan nimêj tam kir, êdî bila komek ji wan digel te nimêj bike û bila çekên xwe hilgirin. Êdî piştî ku çûn sicûda (yekem) bila biçine paş û bila koma din a ku nimêj nekiriye, bê bi te re nimêj bike, bila ew jî çekên xwe hilgirin û tedbîra xwe bistînin. Kafir, ji dil dixwazin ku haya we ji çek û pertalên we nemîne da ku bi carekê re êrîşî ser we bikin. Eger hûn ji baranê eziyet bibînin yan jî hûn nexweş bin tu guneh ji we re tuneye ku hûn çekên xwe deynin cihekî, lê belê dîsa jî tedbîra xwe bistînin. Bê guman Xwedê  ji kafiran re ezabekî riswaker amade kiriye. (Nîsa, 4/101-102)

Bireserê lêkera “eqame” (أقام) ya ku di ayeta 102an de derbas dibe bêjeya “es-selat”ê ye. Ji îbareyên bi vî rengî yên ku di Qur’anê de derbas dibin tê fêhmê ku divê nimêj tam were kirin. Bi sedema ku Resûlullah aleyhisselam li pêşiya cemaetê 2 qam kiriye bi awayê “فأقمت لهم الصلاة , vêca te li pêşiya wan nimêj tam kir” hatiye îfadekirin. Ango Resûlullah bêyî ku nimêja xwe qesr bike, 2 qaman kiriye. Li berevajî vê, bi sedema ku yên li pey wî nimêja we kurt kirine “فلتقم طائفة منهم معك êdî bila komek ji wan digel te nimêj bike” hatiye gotin.

Riwayeteke ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Umer (x.j.q) hatiye neqilkirin wiha ye:

“Ez bi Resûlullah re derketim (gelek) rêwîtiyan. Ji du qaman zêdetir nimêj nedikir. Ez bi Ebû Bekir re çûm. Wî jî –heta ku jiyana xwe ji dest da– ji du qaman zêdetir nedikir. Ez bi ‘Umer û ‘Usman re jî derketim rêwîtiyê, wan jî heman tişt dikirin.” (Îbn Mace, Îqametu’s-Selat, 75; Nesai, Teqsîru’s-Selat, 5)

Pêemberê me aleyhisselam di rêwîtiyê de nimêjên 4 qam, her gav 2 qam kirine. Bi sedema ku wî ferman kiriye: “Wekî hûn dibînin; ez çawa nimêj bikin, hûn jî wisa bikin” (Buxarî, Ezan, 18) divê em jî bi vî awayî nimêj bikin.

Eger em dubare bikin: Di rêwîtiyê de ji bilî nimêja mexribê temamê nimêjan 2 qam tên kirin û di vê kirinê tu kurtkirin tuneye. Bi tenê di rewşa hebûna tirsa ji neyar, nimêj tên kurtkirin. Ev jî mîna ku li jor hat diyarkirin; nimêjên ferz yên ku di rêwîtiyê de jixwe 2 qam tên kirin, mirov bi awayê qamekê bike.

Ji agahiyên berfirehtir di der barê kirina nimêjê di rêwîtiyê de ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seferilikte-namazlar-kisaltilir-mi-kisaltilmaz-mi.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seferilikte-namazlari-kisaltarak-kilmak-sart-midir.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 191
2 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 88
3 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 64
4 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 151
5 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 94
6 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 56
7 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 151
8 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 93
9 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 48
10 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 130
11 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 118
12 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 47
13 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 135
14 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 96
15 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 48
16 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 130
17 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 88
18 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 45
19 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 128
20 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 85
21 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 46
22 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 140
23 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 138
24 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 77
25 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 42
26 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 165
27 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 127
28 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 76
29 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 219
30 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 156
31 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 64
32 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 223
33 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 111
34 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 73
35 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 162
36 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 110
37 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 89
38 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 173
39 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 115
40 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 84
41 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 151
42 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 103
43 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 77
44 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 144
45 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 101
46 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 72
47 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 154
48 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 113
49 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 50