Ma jina ducanî û ya şîr dide zarokê dê rojiyê bigrin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Rojî Tarih: 08 Mayıs 2019

Pirs: Pîreka ducanî yan jî ya şîr dide zarokê ma lazim e ku rojiya meha Remezanê bigrin? Heke negrin piştre dê qeza bikin an jî dê kefaret bidin?

Bersiv: Bi sedema ku pîreka ducanî û ya k şîr dide zarokê, dê zirarê bide xwe û zaroka xwe, ji girtina rojiyê ne berpirsyar in. Ji ber ku ji girtina wê ne berpirsyar in, rojiya ku di meha Remezanê de negirtine piştre qeza jî nakin. Ji bo rojiya ku nehatiye girtin kefaret jî lazim nake.

Ayetên ku behsa rewşa taybet ya pîrekên ducanî û yên ku şîr didin zarokên xwe dike wiha ne:

Ê ku hûn ji yek nefsê çêkirine Ew e. Ji wê jî hevjîna wê çêkir da ku bi bal ve vehewe. Çi dema mêr ew hembêz kir, bi barekî sivik bihemil bû. Bi vî halî demekê ma. Vêca çi dema barê wê giran bû, herduyan ji Rebbê xwe lava kirin û gotin: “Sond be eger tu zarokekî baş bidî me teqez em ê ji te re gelek spasiyan bikin.” (E‘raf, 7/189)

Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Lewra dayika wî, bi çi zor û zehmetiyan ew di zikê xwe de hilgirtiye. Bişîrvekirina wî jî du salan dewam dike…” (Loqman, 31/14)

Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Xwarin û vexwarina wan li gorî me‘rûfê, li ser bavê zarok e. Li gorî hêza xwe bi tenê mirov tê binbarkirin. Divê ne dê ne jî bav bi sedem zaroka xwe zirarê bibîne…” (Beqere, 2/233)

Di herdu ayetên serî de behsa rewşa jinên ducanî û di dema şîrdayînê de zehmetiyên ku jin dikşînin hatiye kirin. Di ayeta sêyem de jî hatiye îfadekirin ku mirov ji tiştê hêza xwe zêdetir nayê binbarkirin û ev ferman hatiye dayîn:

“Divê ne dê ne jî bav bi sedema zaroka xwe zirarê bibine.”

Dema mirov li jinên ducanî û yên ku şîr didin zarokên xwe dinihêre, diyar dibe ku zirara bi sedema zarokan dê bigihîje wan ji aliyê “tenduristiyê”ve ye. Lewra divê ew, hem xwe hem jî zarokên xwe xwedî bikin.

Xwedê Teala hem li tu kesî ji zêdeyî hêza wî bar lê nekiriye hem jî şîret li me kiriye ku em wiha lava bikin:

Rebbê me! Barê ku em ê di hilgirtina wî de zehmetiyê bikşînin li me bar meke.” (Beqere, 2/286)

Gava em van her çar ayetan bidin ber hev, diyar dibe ku berpirsyariya pîreka ducanî û ya şîr dide zarokê bi rojîgirtinê, tê wateya ku mirov ew xistine bin zor û zehmetiyê. Ji ber vê yekê ye ku Qasidê Xwedê Teala wiha gotiye:

Xwedê Teala ji rêwiyan nîvê nimêjê, ji jina ducanî û yên şîr didin zarokên xwe jî girtina rojiyê rakiriye.”  (Tirmizî, Sewm, 21; Îbn Mace, Siyam, 12; Nesaî, Siyam, 51)

Lewra rêwî, nimêjên çar rek‘et bi awayê du rek‘et dikin, herdu rek‘etên ku nekirine jî paşê qeza nakin. Ango berpirsyariya ji kirina herdu rek‘etan ji ser wan hatiye rakirin. Rewşa jinên ducanî û yên ku şîr didin zarokên xwe jî wekî wan e. Gava ev rewşa wan bi dawî bibe ji rojiya ku negirtine berpirsyar nayên girtin.

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin li dersa me ya di navnîşana jêr de ye temaşe bikin:

www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-muzakereleri/2014/kimler-oruc-tutabilir

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma rojîgirtina nexweşên ku tedawiyê dibînin mehzûr e? 29.06.16 1.006
2 Ma xebatkarên keştiyê dikarin rojiya xwe piştre qeza bikin? 17.05.18 404
3 Ma muayeneya li cem bijîşkê jînekolog rojiyê dişkîne? 05.06.18 304
4 Rojî çi ye? Ma hûn dikarin tarîfa wê bikin? 06.06.16 1.121
5 Gelo hebên bin zimên digihîjin mîdeyê û rojiyê dişikînin? 30.06.16 1.017
6 Ma kesê ji ber tîbûnîyê bêtaqet bikeve dikare rojiya xwe bixwe? 17.05.18 356
7 Ma vereşîn rojiyê dişkîne? 06.06.18 280
8 Niyet çi ye? 07.06.16 1.071
9 Erbabê pîşeyên giran dê çawa rojiyê bigrin? 29.05.17 778
10 Ma rojiya kesê bi cenabet qebûl dibe? 18.05.18 355
11 Ma nimêja terawîhan bid‘et e? 07.06.18 291
12 Niyeta rojiya remezanê kengî û çawa tê anîn? 08.06.16 996
13 Ma di navbera rojiya me û rojiya miletên berê de cudahî heye? 30.05.17 791
14 Ma mirov dikare temamê rojiya xwe di xew de derbas bike? 18.05.18 380
15 Ma di Remezanê de nêçîr qedexe ye? 08.06.18 240
16 Di rojiya sunnet de, herî dereng heta kengî niyet tê anîn? 09.06.16 1.116
17 Cezayê kesê ku rojiya xwe dixwe çi ye? 31.05.17 879
18 Kesê rojî negirtibe dê çi bike? 21.05.18 333
19 Ma bikaranîna banda nîkotînê rojiyê dişkîne? 11.06.18 294
20 Ma girtina rojiya meha remezanê li kê ferz e? 13.06.16 1.090
21 Ma çêr û dijûn rojiyê dişkînin? 01.06.17 815
22 Kesê ji ber sedemekî meşrû rojî negre ma lazim e ku pereyan bide? 22.05.18 382
23 Ma meha Remezanê bi hesab an jî bi dîtina heyvê tê diyarkirin?  12.06.18 265
24 Hûn dikarin di heqê çaxa balixbûnê de agahiyê bidin? 14.06.16 1.088
25 Ma bikaranîna dermanên inhalasyonê rojiyê dişkîne? 12.06.17 827
26 Kesên di karê giran de dixebitin ma dikarin rojiyê negrin? 23.05.18 351
27 Çima xêra rojiya 6 rojan ji meha Şewwalê biqasî rojîgirtina salekê ye? 06.05.19 38
28 Gelo hikmetê ferzbûna rojiyê çi ye? 15.06.16 1.003
29 Dayina xwînê rojiyê betal dike? 13.06.17 719
30 Kesê di Remezanê de derdikeve tetîlê ma dikare rojiya xwe piştre qeza bike? 24.05.18 383
31 Ma pîreka bi rojî dikare li tama xwarinê binêre? 07.05.19 43
32 Ma di rojiyê de rabûna paşîvê pêwîst e? 17.06.16 1.070
33 Kişandina ultrason, rontgen û tomografiyê rojiyê dişkîne? 14.06.17 717
34 Kesên bê mazeret rojî nagrin ma îsyankariya Xwedê dikin? 25.05.18 359
35 Ma jina ducanî û ya şîr dide zarokê dê rojiyê bigrin? 08.05.19 39
36 Di rojiyê de divê em rîayeta kîjan welatî bikin? 20.06.16 1.042
37 Ma ultrason, rontgen û tomografî rojiyê dişkîne? 15.06.17 692
38 Ma mirov dikare di rojiyê de avê di dev û pozê xwe wernede? 25.05.18 384
39 Ma cûtina benîşt rojiyê dişkîne? 13.05.19 34
40 Gelo rojî heta şevê an jî heta êvarê tê girtin? 21.06.16 1.047
41 Rakirin an jî tedawiya diranan rojiyê betal dike? 16.06.17 755
42 Ma kesê bêyî îradeya xwe verşê dikare rojiya xwe bişkîne? 28.05.18 332
43 Ma nexweş û kal-pîrên ku nikarin rojiyê bigrin divê çi bikin? 14.05.19 38
44 Nexweşên tedawiya kemoterapiyê dibînin, ma lazim e ku rojiyê bigirin? 22.06.16 1.110
45 Tedawiya lavman rojiyê betal dike? 19.06.17 773
46 Ma nexweşên ku divê rojê sê caran derman bixwin dikarin rojiyê negrin? 29.05.18 356
47 Ma xwarina îlaca texîrkirina dema heyzê bi mebesta girtina rojiyê caiz e? 16.05.19 23
48 Nexweşên diyabetê, gelo lazim e ku di meha Remezanê de rojî bigrin? 23.06.16 1.097
49 Çilkên çav, guh û bêvilê rojiyê betal dikin? 21.06.17 680
50 Ma tedawiya bi rêya hiperbarikê rojiyê dişkîne? 30.05.18 394
51 Kesê meyê vedixwe ma dikare rojiyê bigre? 17.05.19 26
52 Nexweşiya min a mîdê heye, divê ez îlacan bixwim. Ma dibe ku ez rojiyê negirim? 24.06.16 1.064
53 Nexweşên gurçikê dê çawa rojiyê bigrin? 22.06.17 835
54 Kefaretê rojiyê di kîjan rewşan de tê dayin? 31.05.18 374
55 Nexweşên şekir, tansiyon, migren û hwd. ma divê ku rojiyê bigirin? 27.06.16 1.083
56 Gava jin bikeve kirasa ma rojiya wê betal dibe? 16.05.18 402
57 Ma rabûna paşîvê di rojiya nafîle de şert e? 01.06.18 368
58 Kesên ku êşa serî dikişînin gelo dikarin rojiyê bigirin? 28.06.16 1.016
59 Ma mirov dikare di rojiyê de serê xwe bîşû? 16.05.18 361
60 Pîreka ku nikare rojiyê bigre ma caiz e ku li kargehê xwarinê bixwe? 04.06.18 312