Fetwayen Kurdi
Ma keç dikarin ji mîratê wekî para birayên xwe daxwaz bikin?

Ma keç dikarin ji mîratê wekî para birayên xwe daxwaz bikin?

Pirs: Bavekî wiha wesiyet kiriye: “Piştî ku ez mirim, mîrata min di navbera 2 kur û 2 keçên min de li gorî rêjeya ku di Qur’anê de hatiye diyarkirin parve bikin.” Lê belê heke keç piştre bibêjin em jî wekî para birayên xwe dixwazin dê hukmê vê çi be? Ma hûn dikarin prensîp û rêgeza ku di mîratê de kur ji keçan zêdetir distînin li gorî huqûqa me ya rojane şîrove bikin?

Bersiv: Parên mîratê vebirî ne, mafê tu Misilmanî tuneye ku wan paran biguherîne.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-kisi-mirasini-cocuklarindan-sadece-birine-birakabilir-mi.html

Piştî ku di ayetên 11 û 12an de ji sûreyê Nîsa hûrgiliyên dabeşkirina mîratê tê dayîn wiha tê fermankirin:

Ev (dabeşkirina mîratê) sînorên ku Xwedê danîne. Kî bi ya Xwedê û Qasidê Wî bike, dê wî bixe bihuştên ku çem di nav wan de diherikin, dê heta hetayê tê de bimînin, ha ev e serfiraziya mezin.

Kî jî bêemriya Xwedê û Qasidê Wî bike û ji sînorên Wî derbas bibe, dê wî têxe agirekî ku tê de seraqetî bimîne. Ezabê riswaker jê re ye.” (Nîsa, 4/13-14)

Mîna ku tê dîtin temamê kiryarên di der barê dabeşkirina mîratê de qanûnên Xwedê Teala yên ku qet naguherin. Ji lewra maf û desthilatdariya tu kesî tuneye ku bi hincet û gerekiyên cur bi cur van qanûnan biguherîne. Wekî tevekê mijarên din divê mirov di vê mijarê de jî bi teslimiyeteke tam xwe radestî ayetên Xwedê bike, bêyî tu guhertinan wan wekî wan bipejirîne.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/kurandaki-miras-hukumlerini-uygulama-yukumlulugumuz-nedir.html

Heke keç daxwaz bikin ku dabeşkirina mîratê ne li gorî hukmên di Qur’anê de derbas dibin, li gorî qanûnên ku li dar in bê kirin wê demê berpirsyarî ya wan e. Di vê rewşê de ew mafê birayên xwe dixwin.

Ji bo agahiyên di der barê hikmetên ka çima zilam bi gelemperî ji jinan mîratê pirtir digrin ji kerema xwe re bersiva me ya li jêr bixwînin:

www.fetva.net/yazili-fetvalar/kuran-i-kerim-mirasdan-kadina-1-erkege-2-pay-verilmesini-ongoruyor-neden.html