Fetwayen Kurdi
Li gorî mezhebê Şafiî, ma divê ku pîrek dest û rûyê xwe jî bigirin?

Li gorî mezhebê Şafiî, ma divê ku pîrek dest û rûyê xwe jî bigirin?

Pirs: Di mezhebê Şafiî de gelo di derveyî limêjê de dest û rûyê jinan jî ewret tê hesibandin? Ango pîrekên ku Şafiî ne, divê dest û rûyê xwe jî binixumînin? Eger hûn li gorî mezhebê Şafiî bibersivînin ez ê dilşad bibim.

Bersiv: Li gorî mezhebê Şafiî, di nimêjê de ji bilî dest û rû hemî deverên pîrekê ewret tên jimartin. Di derveyî limêjê de digel dest û rû, nerîna li tevekê bedena wê heram e. Lê dîsa jî ne şert e ku rûyê xwe binixumîne. Bo muayenê dikare nîşanî bijîşk, bo îfadedayinê dikare nîşanî dadger û bo kirîn û firotinê jî dikare nîşanî bikir an jî firoşker bide.[1]



[1] Halil Günenç, Büyük Şafii İlmihali, çapa 2’mîn, Weşanên Hilal, rp. 85.